Li St. Gallenê Roja Kobanê ya Cîhanê bi coş hat pîrozkirin
CDK-S St. Gallen a ku yek ji pêkhateya CABI (Antîrasismustreff), Women Defend Rojava û Fintatreff bi şahiyek hevbeş salvegera Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin.
CDK-S St. Gallen a ku yek ji pêkhateya CABI (Antîrasismustreff), Women Defend Rojava û Fintatreff bi şahiyek hevbeş salvegera Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin.
Salvegera Roja Kobanê ya Cîhanê, ji hêla CDK-S St. Gallen a ku yek ji pêkhateya CABI (Antîrasismustreff), Women Defend Rojava û Fintatreff bi coş hat pîrozkirin. Di şahiyê de dîmenên rengîn ên li ser hevgirtin, çand û têkoşîna jinanderketin holê.
Şahî bi axaftina siyasetmedar Dîlan Dîrayet Taşdemîr ve dest pê kir. Piştre li ser navê Women Defend Rojava li ser şoreşa jinan û pêvajoya veguherîna civakî li Rojava pêşkêşiyek kir.
Hunermendên herêmî yên TEV-ÇAND, koma muzîkê ya Hîvûdeng, koma erbanê ya Hunera Mizgîn, koma rapê ya Tolhildan, Serhado û hunermendê Îtalî Renato jî bi performansên xwe reng dan şevê. Di şahiyê de ruhê hevgirtin û berxwedanê derket pêş.
Şahiya ku bi piranî dostên Swîsreyî û derdorên dijî faşîst bûn, nêzî 350 kes beşdar bûn. Beşdaran hevgirtin û azadiyê ya ku berxwedana Kobanî di nav gelên cîhanê de afirandiye bi bîr xistin û bi çepikan bi dawî kirin