BI DÎMEN

Encu: Divê her Kurdistanî li Kolnê be!

Siyasetmedar Ferhat Encu di hevdîtina li Darmstadtê de axivî û got, “Rêya çareseriya demokratîk û aştiyê ji têkoşîna birêxistinkirî ya gelê me derbas dibe. Ji ber vê yekê divê her Kurdistanî cihê xwe di meşa Kolnê ya 8’ê Mijdarê de bigre.”

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê bi tevlîbûna siyasetmedar Ferhat Encu, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Darmstadtê civîn hate lidarxistin.

Gelek kes tevlî civînê bûn û eleqeya gel a ji bo pêvajoya heyî balê kişand. Çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Pişte, siyasetmedar Ferhat Encu axivî û pêvajoya siyasî ya heyî nirxand. Encu destnîşan kir ku divê tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe û wiha got, “Rêya çareseriya demokratîk û aştiyê ji têkoşîna birêxistinkirî ya gelê me derbas dibe. Ji ber vê yekê divê her Kurdistanî cihê xwe de meşa Kolnê ya 8’ê Mijdarê de bigre.”

Di dawiya çalakiyê de nûnerên Meclîsa Jinan û Meclîsa Herêmê, banga tevlîbûna girseyî li meşa Kolnê ya di 8’ê Mijdarê de kir. Di daxuyaniya li ser navê Meclîsê de wiha hate gotin, “Azadiya Rêber Apo, azadiya gelan e. Em ê di 8’ê Mijdarê de bi hev re li Kolnê bin.”