Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê li salona Willy Praml Theater Naxosê, bi Hevkariya Bajêr a Frankfurt-Kobanê bi wesîleya salvegera Şoreşa Kobanê çalakiyek hate lidarxistin.
Çalakî ji aliyê Melcîsa Jinan a Amara ya Frankfurtê û Elmanyên dostên Kurdan ên li Frankfurtê ve hate lidarxistin. Nûnera PYD'ê ya Ewropayê Mizgîn Amed û Wezîra Departmana Jinan, Hawirdor û Avhewayê ya Parlamenta Eyaleta Hessenê Tina Zapf Rodriguez a ji Partiya Keskan a Elman jî beşdarî çalakiyê bûn.
Mizgîn Amed û Tina Zapf Rodriguez di axaftina xwe de anîn ziman ku berxwedana Kobanê ji bo gelên cîhanê bû îlham. Her wiha ragihandin ku têkoşîna li Kobanê ne tenê serketineke leşkerî ye, di heman demê de nîşaneya civaka demokratîk û azadiya jinan e.
Piştî axaftinan fîlmê "Gava Şitil Mezin Dibin" hate nîşandan. Fîlm bi rêya rojek li Kobanê qala berxwedana gel dike.
Çalakî piştî nîşandana fîlm, axaftinan û peyamên piştevaniyê bi çepikan bi dawî bû.