Li Strasbourgê Roja Kobanê ya Cîhanê bi coş hat pîrozkirin
Li bajarê Strasbourg ê Fransayê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi beşdariyeke mezin û bi coşa hat pîrozkirin.
Li bajarê Strasbourg ê Fransayê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi beşdariyeke mezin û bi coşa hat pîrozkirin.
Li bajaroka Saint-Avold a Strasbourg ê Fransayê, 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi coş hat pîrozkirin Beşdariyeke mezin beşdarî pîrozbahiyê bû.
Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê saet di 13:00’an de dest pê kir. Piştî rêzgirtinê hunermend Îbo Qamîşlo, Sîdar Amedî û Koma Newda (Saarbrucken) derketin ser dikê û bi awazên xwe yên şoreşgerî û berxwedêrî li qadê coş û heyecan çêkirin.
Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya Saarbruckenê Dexil Îbrahîm û nûnerên gelek saziyan di pîrozbahiyê de axivîn. Dexil Îbrahîm diyar kir ku 1’ê Mijdarê "berxwedana Kobanê ne tenê parastina bajêr e, lê vejîna rûmeta mirovan e. Hevgirtin îro jî berdewam dike.”
Di pîrozbahiyê de standên pirtûk û berhemên çandî bala gelek kesan kişandin. Mêvanan standên ku hunerên destan ên çandî yên Kurdî û pirtûkên arşîva dîrokî nîşan didan ziyaret kirin.
Pîrozbahî piştî nîvro bi govendê berdewam kir. Bi sedan kes, jin û mêr, ciwan û kal destên hev girtin û dirûşmeyên "Bijî berxwedana Kobanê" û "Bijî Serok Apo" berz kirin.
Pîrozbahiya ku beşdariyeke mezin dît, bi stran û gerandina govendê bi dawî bû.