BI DÎMEN

Hevdîtina gel a li Hanau: Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e

Li Hanauyê di çarçoveya xebatên meşa 8’ê Mijdarê de civîna gel hate lidarxistin. Dîlek Ocalan di civînê de got, “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wê bi têkoşîna birêxistinkirî ya gel pêş ve biçe.” Meclîsa Jinan a Nûjîn jî banga tevlîbûna xurt li meşê kir

Li bajarê Hanau yê Elmanyayê, bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Nûjîn di çarçoveya xebatên meşa ku wê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê bê lidarxistin de, civîna gel hate lidarxistin. Civîn bi tevlîbûna siyasetmedar Dîlek Ocalan, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate lidarxistin. Bi dehan Kurdistanî û dostên wan tevlî civînê bûn.

Dîlek Ocalan, qonaxa heyî ya pêvajoya ku di 27’ê Sibatê de bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo destpê kir, nirxand û wiha got, “Heqîqeta civakî û siyasî ku Rêbertî bi têkoşîna xwe ya 52 salî afirand, êdî di asta navnetweyî de tê naskirin. Di vê pêvajoyê de armanca bingehîn ew e ku mafên gelan bi destûra bingehîn werin mîsogerkirin.”

Dîlek Ocalan, destnîşan kir ku divê gel li her qadê bi xurt birêxistin bibe û bi çalakiyan xwedî li pêvajoyê derkeve. Civîn bi beşa pirs-bersiv bi dawî bû.

MECLÎSA JINAN A NÛJÎN BANGA TEVLÎBÛNA MEŞA KOLNÊ KIR

Meclîsa Jinan a Nûjîn bi daxuyaniyekî diyar kir ku divê Kurdistaniyên li Ewropayê û dostên wan, bi taybet jî jin bi awayekî xurt di 8’ê Mijdarê de tevlî meşa Kolnê bibin. Endamên meclîsê ev peyam dan, “Azadiya Rêber Apo azadiya jin û gelan e.”

Jinan diyarkirin ku ew ê heta meşa Kolnê xebatên xwe bi ruhê seferberiyê bidomînin.