Li Mannheimê civîna gel hat lidarxistin: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kûr dibe

Siyasetmedar Faysal Sariyildiz û Hevseorkê KON-MED’ê Kerem Gok di civîna gel a Mannheimê de axivîn û destnîşankirin ku fikrên Rêber Apo li Rojhilata Navîn bingeha aştî û çareseriya demokratîk e. Di çalakiyê de banga tevlîbûna meşa Kolnê jî hat kirin.

Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê têkildarî pêvajoya siyasî ya heyî civîna gel hate lidarxistin. Civîn bi deqîqeyekî rêzgirtinê ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir û tevlîbûba zêde ya gel balê kişand.

SARIYILDIZ: KURD HILGIRÊ ÇARESERIYA DEMOKRATÎK IN

Siyasetmedar Faysal Sariyildiz di civînê de axivî û wiha got, “Rêber Apo dibêje ku kesek nikare ji Enqereyê bê û Kurdistanê bi rêve bibe. Li Rojhilata Kurdistanê aktorê siyasî ya herî xurt êdî Kurd in. Kurd îro ne tenê ji bo gelê xwe, ji bo hemû gelên herêmê hilgirên çareseriya demokratîk in.”

Sariyildiz diyar kir ku beşek girîng a gelê Tirk jî alîgirê pêvajoya aştiyê ne û wiha got, “Îro nêzî nivê civaka Tirkiyeyê dixwazin pêvajo bi aştiyê bi encam bibe. Lê aliyek bi hinceta dewletê nîjadperestî û nefretê geş dikin.”

Sariyildiz wiha got, “Li Rojhilata Navîn bêyî felsefe û paradîgmaya Rêber Apo, çareseriyeke rast ne pêkan e.”

GOK: BÊYÎ FEDAKARIYÊ AZADÎ NABE

Piştre, Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok axivî û pêvajoya heyî bi analîzên Rêber Apo re nirxand. Gok wiha got, “Serdema ku em îro dijîn, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn pêvajoyeke dîrokî ye ku wê pêşeroja wan diyar bike. Divê her kes vê pêvajoyê rast fêm bike û ji derdora xwe re bibêje.”

Gok diyar kir ku pêwîstiya pêvajoyê bi fedakarî û demê heye û wiha got: “Bêyî fedakariyê azadî nabe. Ev, tecrûbeya herî mezin a têkoşîna sedsalî ya gelê me ye.”

‘AZADIYA RÊBERTÎ AZADIYA GELAN E’

Gok di dawiya axaftina xwe de banga tevlîbûnê ji bo meşa Kolnê kir ku wê di 8’ê Mijdarê de bê lidarxistin û wiha got, “Divê her kes piştgirî bide vê meşê. Ji ber ku azadiya Rêbertî azadiya gelan e.”

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.