Beriya meşa 8’ê Mijdarê ya Kolnê amadekarî zêde bûn

Amadekarî, beriya meş û mîtînga mezin a wê li Kolnê bi dirûşmeya “Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re” bê lidarxistin, gihîştin qonaxa dawî. Tîmên rêxistinkirinê, ji rêkûpêkên teknîkî heta xebatên qadê, li her qadê mesaiyeke giran dimeşî

Amadekariya ji bo meş û mîtînga mezin a wê di 8’ê Mijdarê de li bajarê Kolnê yê Elmanyayê bi dirûşmeya “Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re” bê lidarxistin, didomin.

Li Navenda Kurd a Demokratîk a Kolnê, di çarçoveya amadekariyên teknîkî û rêxistinî yên meşê de, bi beşdariya Hevserokên KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut û Engîn Sever, endamên Meclisa Jinê YJK-E, aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer, hunermendên TEV-DEM’ê û nûnerên saziyên cuda yên Kurd ên demokratîk civînek hate lidarxistin.

Di civînê de ji bo ku meş bi rêkûpêk, bi hêz û girseyî derbas bibe, plansaziya rê, rêkûpêkiya qadê, sîstemên sehne û deng, dabeşkirina ewlehiyê û bikaranîna materyalên dîtbarî hatin nirxandin.

AMADEKARÎ TÊNE TEMAMKIRIN

Piraniya materyalên ku wê di meş û mîtîngê de bên bikaranîn hatine amadekirin. Di nav van de pankart, dowîz, afîş, poster, broşûrên agahdarkirinê, flama, al û dirûşm hene. Amadekariyên materyalên ku wê li ser rê hişmendiyeke dîtbarî çêbikin jî gihîştin qonaxa dawiyê.

LI NRW’Ê XEBATÊN QADÊ BÊ NAVBER DIDOMIN

Li eyaleta Nordrhein-Westfalen (NRW) ji bo beşdariyeke berfireh di meşê de pêk were, xebatên agahdarkirin û seferberiyê didomin. Di rojên dawî de li navendên bajaran ên cuda stantên agahdarkirinê hatin vekirin, belavok avêtin qutiyên posteyê, serdanên sazî û komeleyan hatin kirin.

Hevdîtinên rêxistinên jin û ciwanan bi gel re, danasînên bi beşdariya hunermendan û civînên agahdarkirinê bi tempoyeke giran didomin. FED-MED û Navendên Civaka Kurd ên girêdayî wê, bi taybetî bi koordînasyona avahiyên ciwan û jinan xebatên xwe yên li qadê bê navber didomînin.

Di xebatên ku bi armanca xwedîderketina li perspektîfa “Civaka Demokratîk û Aştî” ya Rêber Apo û misogerkirina azadiya wî tên meşandin de, tê payîn ku parêzvanên mafên mirovan ên navneteweyî, siyasetmedarên Kurd, înîsiyatîfên aştiyê û rêxistinên civaka sivîl ên alîgirên azadiyê beşdar bibin.

Bi amadekariyên li seranserê NRW’ê didomin, tê armanckirin ku meş û mîtînga 8’ê Mijdarê bi beşdarî û biryardariyeke xurt pêk were.