Li Drancyê ji bo meşa 8’ê Mijdarê çalakî hate lidarxistin
Kurdistaniyên li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê, ji bo meşa “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” a 8’ê Mijdarê, banga tevlîbûnê kirin.
Kurdistaniyên li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê, ji bo meşa “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” a 8’ê Mijdarê, banga tevlîbûnê kirin.
Li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê, Meclîsa Gel a Demokratîk a Drancyê li pêşiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, bi tevlîbûna gel daxuyaniya çapemeniyê da. Meclîsê banga tevlîbûna xurt ji bo meş û mitînga mezin a di 8’ê Mijdarê de li bajarê Koln ê Elmanyayê bê lidarxistin, kir.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê hemû Kurdistaniyên li Drancyê dijîn û dostên wan cihê xwe di meşa Kolnê de bigirin. Nûnerên Meclîsê wiha gotin, “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û vekirina rêya aştiyê, gavekî dîrokî ye.”
Di daxuyaniya li ser navê Meclîsa Gel a Demokratîk a Drancyê de ev peyam derket pêş, “Em Meclîsa Gel a Demokratîk a Drancyê û Kurdistaniyên li Drancyê dijîn, di 8’ê Mijdarê de bi meşê li qadan bin. Em bang li hemû Kurdistanî û dostên xwe dikin ku tevlî vê meşa dîrokî bibin.”
Piştî daxuyaniyê serdana esnafên li Drancyê hat kirin, broşur hatin belavkirin û afîş li dîwaran hatin daleqandin. Endamên meclîsê diyarkirin ku ew ê heta meşa 8’ê Mijdarê xebatên xwe bi ruhê seferberiyê bidomînin.