NAV-BEL'ê konferansa xwe pêk anî
NAV-BEL'ê konferansa xwe ya salane pêk anî. Di dawiya konferansê de ji bo meş û mîtînga 8'ê Mijdarê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê banga tevlîbûnê hate kirin.
NAV-BEL'ê konferansa xwe ya salane pêk anî. Di dawiya konferansê de ji bo meş û mîtînga 8'ê Mijdarê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê banga tevlîbûnê hate kirin.
Navenda Civaka Demokratîk-Belçîka (NAV-BEL) konferansa xwe ya salane li bajarê Liege pêk anî. Di Konferansê li rex tevayî endam û rêvebirên komeleyên navendên çandî hunerî yên li Belçîka, her wiha gelek nûnerên saziyên kurd yên weke KNK, KCDK-E Û PJAK û saziya malbatên Şehîdan jî amade bûn.
Konferans danê nîvro li komeleya çandî hunerî ya li bajarê Liege a Belçîkayê seet 11:00'an bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştî hilbijartina dîwaneke ji 5 kesan, mijarên konferansê hatin diyarkirin. Li ser navê dîvanê siyasetmedar Seydî Firat, bixêrhatina beşdarvanan kir û di derbarê armanca konferansê de axaftin kir.
Li ser mijarên meşîna pêvajoyê Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar axivî û got, "Weke tê zanîn zêdeyî saleke ku pêvajoyeke hevdîtinan destpê kiriye. Di navenda vê diyalogê de li Îmraliyê Rêber APO heye. Em li hêviyê ne ku di demek nêz de şandeya meclîsê bi Rêber APO re rûnê. Ya dîtir em li bendê ku di demeke nêzîk de Rêber APO derkeve malekê. Helbet di wê malê de wê destê serok vekirî be, weke sekreterya, hinek hevalên wî, weke ragihandin bikaribe rihet hevdîtin bike. Rexmî hevdîtinan jî, heya niha jî di hucreyeke tenê de ye. Her çendî em rastiya vê dewletê dizanin, pir caran soz dane û li soza xwe xwedî derneketine, lê niha divê pêvajoyê de dewlet xwe mecbûr dimîne ku bi tevgera azadiyê re muzakere bimeşîne. Ev tevger zêdeyî 50 sal e heye, zêdetirî 40 sal e ku şerekî mezin da meşandin, di herêmê de jî şer, alozî û nakokiyên dewletan hene. Em jî dixwazin ji van hevdîtinan encam bidest bixin. Em dixwazin gav leztir werin avêtin lê li rex vê yekê jî em tedbîrên xwe jî digrin. Em ê heya dawiyê jî li pey gotinên xwe bin, heger sibe ew maseya muzakere were xira kirin, em ê nebin aliyê xiraker. Ji ber ku em di gavên xwe de stratejîk difikirin û wisa nêz dibin."
Zubeyir Aydar di berdewamiya axatinên xwe de jî qala şoreşa Rojava kir û wiha got: "Em tev bi awayekî di nava şoreşa Rojava de cih digirin. Sûriyeyeke nû tê avakirin. Bakur û Rojava pir bandorî li hev dikin. Di vê hengameyê de bi navbeyinkariya İngilîz, Fransiz û Emerîkiyan re bi hikûmeta demkî re hevdîtin têne kirin. Pêşketin û hevdîtinên ku çêdibin jî ne nerênî ne. Ya girîng hêza parastinê ye. Weke prensîp lihevhatinek heye, lê hîna nebûye peymaneke fermî, wê QSD weke heyî beşdarî artêşa Sûriyeyê bibe. Bêyî ku xwe fesih bike, weke sê tumen bi nasnameya xwe beşdar bibe. Eger pirsgirêka leşkerî çareser bibe, wê ya civakî jî bi xwe çareser bibe. Eger Kurdan weke nasname qebûl bikin, bi taybet avakirina Sûriyeyeke ne navendî, ya dîtir jî hêza leşkerî jî weke nasnameya xwe beşdarî bibe, ev ji bo me pir girîng e. Ji xwe diyalogeke di navbera Rojava û Tirkiyeyê de jî heye. Derket ragihandinan."
Zubeyir Aydar li ser rewşa Başûrê kurdistanê jî wiha got: "Heya niha têkiliyên me bi PDK re qut bibûn. Niha diyalogek di asta jor de jî heye. Ji bo çareseriya pirsgirêkan hin komîte werin avakirin. Em dixwazin di dema pêş de yekitiyeke xurt di nava Kurdan de ava bikin. Çareserî li ku jî çêbe, dîsa di nava Kurdan de yekitiyek lazim e."
Di derbarê Rojhilatê Kurdistanê de jî got: "Lazime ji her demê bêhtir em ji bo bûyerên girîng amade bin, her kêlî dibe Rojhilat jî ji bo me bibe weke Rojava. Ji bo me kurdistan tev weke hev e. Eger çareseriya li Bakur pêş bikeve, wê Rojava jî, Başûr jî bikeve ewlehiyê û di dorê de wê Rojhilatê welat hebe. Lazim e em weke rêxistina li Belçîka jî amade bin. Helbet di dema pêş de hatin çûna vir û welat wê pir pêş bikevin, lazim e em li gora vê ya xwe amade bikin û xwe birêxistin bikin. Em lazim e hem ji bo çareseriyeke mayinde hem jî ji bo rewşên awarte jî amade bin."
Piştî axaftina Zubeyir Aydar, rapora kar a salê hate xwendin. Di raporê de li ser kar xebatên jin, ciwan, rewşa komeleyan û saziyan, kar xebatên dîplomasî û gelek kar û xebatên çandî hunerî ku li qadê têne meşandin nirxandin hatin kirin.
Piştî wê li ser navê saziyaên Rojhilat, Endamê Desteya Rêveberiya PJAK'ê Siyamend Mûînî jî axaftin kir û wiha got: "Girîngiya komeleyên çandî hunerî li Ewrûpa ji bo me gelê Kurd pir girîng e. Me bi rêya wan komeleya gelê xwe li dora hev kom kiriye. Her neteweyek ku di dîrokê de xwe bi rêxistin nekiribe, nekariye xwe bidomîne. Bi sedan gelên cihê asîmîle bûn û heliyan. Lê gelê kurd rexmî ku tevayî zilm, zor û zehmetiyên ji her çar dewletan jî, asîmîle nebû, îradeya xwe nîşan daye. îradeya mayînê, îradeya nasnameyê ku kariye di nava şoreşa rojhilata navîn de ku bikaribe îro ji gelên herêmê re jî bibe pêşeng. Em beşek in ji vê rêxistinê. Bi nasname, ziman û çanda xwe dikarin hêz û baweriya xwe nîşan bidin. Ev komeleyên me lazim e ji gel û neteweyên ji her çar hêlên kurdistanê re malevanî bike, di nava xwe de bihewîne. Ev ji bo me pir girîng e. Bi taybet em di pêşengtiya tevgera azadiyê de dibînin ku kurd dikarin ne tenê bibin pêşeng, bibin model ji bo tevayî gelên li herêmê jî."
Di berdewamiya konferansê de Hevserokê Kongra Civaka Demokratîk a Kurdistan-Ewropayê (KCDK-E) Engîn Sever axaftin kir û wiha got, "Em li Ewropayê xwedî 40 bêhtir tecrûbe ne. Li navendên Ewropayê her çiqas şereke çekdarî nebe jî, lê di her hêlên jiyanê de asîmîlasyoneke spî û êrîşeke kapîtalist modernîte bi ser mirovan û civakan de heye. Lazime li gora daxwaza civakan sîstema parastina ji bo çandî were kirin. Lazime bi giştî xwe ber çavan re derbas bikin. Lazim e her komeleyeke me weke navendeke akedemik kar û xebatan bike û xwe li gora vêya xwe vesazî bike. Ev hêza me ya navendên civaka demokratîk hene. 40 sale nava sîstem de jiyan dike lê heya niha jî xwe parastiye. Lazime guhertin veguhertinek li ser bingehê avakirina komînan were ava kirin."
Piştî wî kar û xebatên salane, rewşa navendên civaka demokratîk hatin nirxandin, rexne û rexnedanên heyî hatin pêşxistin. Her wiha her du hevserokan jî nêrîn û şîroveyên xwe anîn ziman. Di tevayî axaftinan û nêrînan de balkişandin ser mijara avakirina sîstema komînan ku pêdiviya navendên civaka demokratîk bi vê yekê heye ku li ser bingehê sîstema komîn xwe ji nû ve bide avakirin û bikaribe bibe navendeke ku jin, ciwan, zarok û tevayî civak xwe di nav de bibîne.
Xaleke din jî ku hate nirxandin, xurtkirina saziya malbata şehîdan bû. Hate gotin ku bi dehan malbatên şehîdan li Belçîka hene û lazime demildest ev yek were birêxistin kirin. Her wiha di derbarê avakirina qadên ciwanan jî nêrîn û pêşniyar hatin kirin. Hate gotin ku lazim e komeleyên Kurdan ji Kurdan re bibin navendeke çareserkirina pirsgirêkan.
Piştî axaftinan banga ji bo beşdaribûna meşa 8'ê Mijdarê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê hate kirin.