Li bajarê Emmerich ê Elmanyayê, bi tevlîbûna Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyan a Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut, ji bo azadiya Rêber Apo û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, civîneke gel pêk hat.
Di civîna ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat lidarxistin de, Zubeyde Zumrut li ser pêvajoya dawî nirxandin kirin. Zumrut tekez kir ku divê li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo, armancên civaka demokratîk û aştiyane û êrîşên dewleta Tirk, bêdengî neyê girtin.
Her wiha di civînê de bangewazî hat kirin ku beşdarî meşa ku 8’ê Mijdarê li bajarê Kolnê yê Elmanyayê were lidarxistin bibin. Beşdaran bal kişandin ser girîngiya meşê ya ji bo têkoşîna azadiya jinê, demokrasî û aştiyê. Hat gotin ku misogerkirina azadiya Ocalan dê riya civakeke demokratîk û azad veke.
Zubeyde Zumrut, di bangewaziya xwe de ev tişt anîn ziman: “8’ê Mijdarê divê tu kes li mala xwe nemîne. Divê her kes beşdarî meş û mîtînga li Kolnê bibe. Divê em ji bo azadiya Rêberê xwe rabin ser piyan û dewleta Tirk mecbûr bikin ku gavekê paş ve bavêje. Azadiya Rêber Apo dê riya civakeke demokratîk û aştiyane veke.”
MONCHENGLADBACH
Di civîna ku li bajarê Monchengladbach ê Elmanyayê hat lidarxistin de jî siyasetmedar Besime Konca û Şevin Amedî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxandin.
Di civînê de rewşa heyî ya pêvajoyê û bandorên wê yên civakî hatin destgirtin û bangewazî ji bo tevlîbûna "Meşa Azadiya Rêber Apo" ya ku wê 8’ê Mijdarê li Kolnê pêk were, li beşdaran hat kirin.
Siyasetmedaran bal kişandin ser girîngiya pêvajoyê ya ji bo çareseriya aştiyane û pêşketina demokratîk. Çalakî ji aliyê beşdaran ve bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin.