BI DÎMEN

Di Forûma Ewropayê de komkujiyên li Kurdistanê hatin şermezarkirin

Li Viyanayê di Forûma Ewropayê de, krîzên li Rojhilata Navîn û berpirsiyariya Ewropayê hatin gotûbêjkirin. Di daxuyaniya encamnameyê ya Forumê de, komkujiyên li Kurdistanê rû didin hatin şermezarkirin û mafê çarenûsa gelê Kurd hate teqezkirin.

Forûma Ewropayê, ku her sal li bajarên cuda yên Ewropayê tê lidarxistin, îsal cara duyem li paytexta Awusturya, Vîyanayê, pêk hat. Di navbera 28’ê Cotmehê û 2’yê Mijdarê de, di forumê de nûnerên partiyên çep, kesk û pêşverû hatin cem hev û krîzên li Rojhilata Navîn û berpirsiyariya Ewropayê gotûbêj kirin. Di forumê de komkujiyên li Kurdistanê rû didin jî hatin rojevê û bêdengiya Ewropayê hate rexnekirin.

Forûma Ewropayê wekî platformek tê zanîn ku tevgerên çep, kesk û pêşverû dikarin têkoşînên xwe parve bikin û li hemberî krîzên ku Ewropa pê re rû bi rû ye, armanc dike çareseriyên adil, aştiyane û kesk hilberîne. Di forumê ya îsal de, di rûniştina bi sernavê “Rojhilata Navîn û Berpirsiyariya Ewropayê” de, pirsgirêkên herêmî yên ji Kurdistanê heta Filistînê hatin nirxandin.

‘TÊKOŞÎNA GELÊ KURD, TÊKOŞÎNA MIROVATIYÊ YE’

Di rûniştina bi sernavê “Rojhilata Navîn û Berpirsiyariya Ewropayê” de, Nûnerê Ewropayê yê Partiya DEM’ê Eyup Doru axivî û geşedanên li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn nirxand. Doru got, Tevgera Azadiya Kurd di çarçoveya pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk de li Tirkiyeyê gav avêtiye, lê ji aliyê desthilatdariyê ve bersiv nehatiye dayîn.

Doru bi bîr xist ku bi hezaran siyasetmedar, di serî de Hevserokên berê yên HDP’ê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag, di girtîgehê de ne û wiha got: “Di derbarê pêvajoya aştiyê de avakirina komîsyonekê li parlamentoya Tirkiyeyê û bicihbûna agirbestê geşedanek girîng e. Lê ji bo ku ev pêvajo bi awayekî saxlem bi pêş bikeve, pêwîst e birêz Ocalan di şertên azad de be.”

‘LI SÛRIYEYÊ RÊYA ÇARESERIYÊ JI XWESERIYÊ DERBAS DIBE’

Doru, di derbarê geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî got, “Li Sûriyeyê rêya çareseriyê ji xweseriyê derbas dibe.” Doru destnîşan kir ku Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) hêza hevpar a gelan e û wiha axivî: “Alternatîfa demokratîk a rastîn li Sûriyeyê; QSD ye, hêza hevpar a gelan e ku Kurd, Ereb û Suryanî tê de cih digirin. Çareseriya herî rast ji bo paşeroja Sûriyeyê, modelek konfederal a demokratîk û nenavendî ye. Ev model yekîtî, wekhevî û azadiya gelan esas digire. Mixabin hikûmeta Tirkiyeyê, hem li dijî destkeftiyên gelên li Rojava û hem jî li dijî hewldanên aştiya herêmî, her tim roleke astengker dilîze. Dema ku hewldanên çareseriyê li Sûriyeyê bi pêş ve diçin, destwerdanên leşkerî yên Tirkiyeyê vê pêvajoyê têk dibin.”

BANGEWAZİYA HEVKARIYA NAVNETEWEYÎ

Doru bal kişand ser têkoşîna aşitî û demokrasiyê ya gelê Kurd û axaftina xwe bi van gotinan domand: “Aştî û demokrasî ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn pêwîst e. Têkoşîna gelê Kurd, têkoşîna hevpar a mirovatiyê ye. Banga min li hemû kesên çep, kesk û pêşverû yên li vir e; bi têkoşîna aşitî û azadiyê ya gelê Kurd re di nav hevkarî û piştgiriyê de bin.”

BÊDENGIYA EWROPAYÊ HATE REXNEKIRIN

Di rûniştinên din ên Forumê de nûnerên ji Filistîn, Qibris, Îtalya, Îspanya, Yewnanîstan û Elmanyayê axivîn.

Nûnera Dewleta Filistînê Rola Afifi Taşhîran, alîkariya leşkerî ya Ewropayê ya ji bo Îsraîlê rexne kir û got, “Xeza hîn jî tê bombebarankirin, bêdengiya Ewropayê qirkirinê xurtir dike.”

Vera Polycarpou ya ji Qibrisê destnîşan kir ku polîtîkayên mîlîtarîst ên NATO û Ewropayê herêmê bêîstîkrar dikin.

Claudia Haydt ji Almanyayê û Anna Camposampiero ji Îtalyayê firotina çekan a welatên xwe ji bo Îsraîlê şermezar kirin; Néstor Prieto ji Îspanyayê bûyerên li Xezayê wekî “hişyariyek sincî” bi nav kir.

Serokê Partiya Çep a Ewropayê Walter Baier jî bal kişand ser êrîşên sed-salî yên li dijî Kurdan û got, “Heta ku gelê Kurd negihêje azadiya xwe, li herêmê aştiya mayînde ne pêkan e.”

DI DAXUYANİYA ENCAMNAMEYÊ DE KOMKUJİYÊN LI SER GELÊ KURD DI 10 SALÊN DAWÎ DE HATIN ŞERMEZARKIRIN

Di daxuyaniya encamnameyê ya Forumê de, komkujî û koçberiyên bi zorê yên ku gelê Kurd di deh salên dawî de li Şengal, Kobanê, Efrîn û Cizîrê rû bi rû maye hatin şermezarkirin. Di daxuyaniyê de ev gotin cih girtin: “Rêzgirtina li mafê çarenûsa gelê Kurd rêya yekane ye ku dikare alîkariyê bide damezrandina aşitî û refahê li Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê.”

Beşdaran destnîşan kirin ku divê Ewropa tenê bi peyamên şermezarkirinê sînordar nebe û bal kişandin ser girîngiya gavên siyasî yên ber bi ambargoyan û zexta navneteweyî.

Forum bi banga “Mezinkirina hevkarî û piştgiriyê ji bo yekîtî û azadiya gelan” bi dawî bû.