Hunermendên TEV-ÇAND’ê wê reng û dengên xwe bidin meşa Kolnê

Ji bo meşa mezin a ku wê 8’ê Mijdarê li bajarê Kolnê yê Elmanyayê were lidarxistin, kêmtirî hefteyek maye. Berî meşê ku tê çaverêkirin bi tevlîbûna gelê Kurd û dostên wan veguhere civîneke girseyî, kelecan her ku diçe zêde dibe.

Piştî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê û gavên dîrokî yên ku Tevgera Azadiyê avêtin, gelê Kurd bi awayekî çalak beşdarî pêvajoya civaka demokratîk bûye. TEV-ÇAND vê meşê wekî erka neteweyî dibîne û bi rojan e di nava seferberiyê de dixebite.

HUNERMEND LI KOLNÊ HATIN CEM HEV

Di 2’yê Mijdara 2025’an de, komek ji hunermendên TEV-ÇANDê li Kolnê hatin cem hev û amadekariyên meşê nirxandin.

Nûnerên çandê yên Fransa, Elmanya û Swîsreyê jî beşdarî civînê bûn. Beşdaran biryar da ku ji bo tevlîbûna xurt a meşê, di qada çandî de seferberiyeke berfireh bidin destpêkirin.

‘AZADİYA RÊBER APO AZADİYA ÇAND Û HUNERÊ YE’

Hunermendên TEV-ÇANDê, wê bi komeke taybet û bi dirûşma “Azadiya Rêber Apo, Azadiya Çand û Hunerê ye” beşdarî meşa Kolnê bibin.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de wiha hat gotin, “Çand û huner ruhê berxwedanê yê gelan nîşan dide. Azadiya Rêber Apo, ne tenê dê riya gelê Kurd, di heman demê de riya hemû huner, raman û azadiya gotinê jî veke.”

‘WERIN EM LI QADAN BIQÎRIN’

Di dawiya civînê de, hunermend û nûnerên çandê bangewaziya tevlîbûneke xurt li raya giştî ya Ewropayê kirin ji bo meşa 8’ê Mijdarê.

Di daxuyaniyê de ev peyam hate dayîn: “Ev meşa dîrokî dê bibe civîna vîna azadiyê ya gelan. Divê her kes bi reng, deng û çanda xwe li qadan be. Ji bo azadiya Rêber Apo em hemû bi hev re bimeşin.”