NÛ BÛ

Viyana xwe ji bo meşa 'Azadî ji Rêber Apo re' amade dike

Paytexta Awûstûrya Viyana xwe ji bo meşa "Azadî ji Rêber Apo re, Statu ji Kurdistanê re" amade dike ku wê 8'ê Mijdarê bi beşdariya bi hezaran kesî bê lidarxistin.

Paytexta Awûstûrya Viyana xwe ji bo meşa "Azadî ji Rêber Apo re, Statu ji Kurdistanê re" amade dike ku wê 8'ê Mijdarê bi beşdariya bi hezaran kesî bê lidarxistin. Çalakiya ku wê ji bo tevahiya Awûstûryayê bê lidarxistin, wê bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û pêkanîna azadiya wî pêk were.

Tê payin ku ji seranserê Awûstûryayê tevlîbûn li çalakiyê bibe. Hate ragihandin ku çalakî wê li Platz der Menschenrechte ku yek ji qadên herî qelebalix ên Viyanayê ye saet di 15:00 de destpê bike.

Civaka Azad diyar kir ku ji Graz, Salzburg, Linz, St. Polten û Innsbruckê û gelek herêmên din ên Awûstûryayê gel wê bi otobusan û bi derfetên xwe tevlî meşê bibe. Beşdarên ku bi hefteyan e xwe ji bo çalakiyê amade dikin, destnîşan dikin ku meş wê bibe "Banga ji bo aştî û azadiyê."

Hevserokên Civaka Azad ragihandin ku meşa 8'ê Mijdarê wê di çarçoveya salvegera kampanya "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" bê lidarxistin ku beriya sê salan hate destpêkirin û gotin, "Bi dirûşma 'Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Kurdistanê re' wê li gelek welatên cîhanê çalakî bêne lidarxistin. Em jî weke Kurdistaniyên li Awûstûryayê dimînin, di 8'ê Mijdarê de em ê li Viyanayê bicivin. Ev meş wê ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo têkoşîna aştî û azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn bibe dengek."

Hevserokan bi bîr xistin ku banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo destpêka serdemeke nû ye û destnîşan kirin ku ji bo pêvajoya aştî û civaka demokratîk li ser bingehên rast bê rûniştandin divê Rêber Apo azad bibe û ev yek pêwîstiyeke bingehîn e.

Hevserokan gotin, "Rêber Apo 27 sal in di nava tecrîda giran de li Îmraliyê li ber xwe dide. Azadiya wî ne azadiya şexsekî bi tenê ye; ji bo jiyaneke azad, wekhev û aştiyane ya gelên Rojhilata Navîn mifteya paşerojê ye" û bang li gelê Kurd, dostên wan û derdorên enternasyonalîst kirin ku 8'ê Mijdarê bi coş û biryardarî beşdarî meşa li Viyanayê bibin.