BI DÎMEN

Li Viyanayê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hat pîrozkirin

Li paytexta Awusturalya Viyanayê, 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi çalakiyeke hat pîrozkirin.

Li paytexta Awusturalya Viyanayê, bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çalakî hate lidarxistin. Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştre, Hevserokê DemKurdê Zulkuf Karatekîn axivî û bal kişand ser girîngiya dîrokî ya berxwedana Kobanê.

Zulkuf Karatekîn wiha got: “Têkoşîna ku li Kurdistanê tê meşandin, berxwedanake bêhempa ye ku di dîroka cîhanê de kêm tê dîtin. Di 2014’an de bi derktina DAÎŞ’ê re, bi piştgiriya dewletên hevkar ên li herêmê li dijî Kurdan êrîşeke mezin hate destpêkirin. Armanc ew bû ku Kurdan ji qirkirinê re derbas bikin û tune bikin. Lê gelê Kurd di çaroveya paradîgmaya Rêbertî de, xweparastina xwe pêş xist û li Kobanê berxwedaneke mezin raber kir. Bi tevkariya piştevaniya enternasyonalîst a navneteweyî, DAÎŞ hat têkbirin. Ev berxwedana careke din nîşan da ku tu hêzekî ji îradeya mirov xurttir nîne.”

Di çalakiyê de li ser navê PYD’ê Dr. Sebrî axivî. Di axaftinê de îşaret bi girîngiya berxwedana Kobanê ji bo gelê Kurd û piştevaniya navneteweyî hat kirin.

Piştî axaftinan, sînevîzyona hate pêşandan û Koma Dengê Bozar derket ser dîkê. Beşdaran govendê gerandin û çalakî bi dirûşmeyên “Bijî  Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.