Yekîtiya Hêzên Demokratîk ên Ewropayê (ADGB) ji bo mîtînga bi dirûşma “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” ku wê 8’ê Mijdarê li Kolnê were lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
ADGB’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, yê ku 26 sal in di şert û mercên tecrîdeke giran de li girava Îmraliyê tê ragirtin, wê ji bo azadbûna girtiyên din ên siyasî û bidestxistina statuyê ya gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê, bibe gaveke dîrokî.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tecrîd ne tenê cezayekî takekesî ye, lê belê stratejiyeke sîstematîk a dewletê ye ku armanca wê têkbirina muxalefeta civakî û xirabkirina zanebûna siyasî ye. ADGB’ê di daxuyaniya xwe de got, “Em qebûl nakin ku şoreşgerên ji bo cîhaneke wekhev, azad û dadperwer têdikoşin, li giravên tecrîdê, di girtîgehên tîpa bîr de bên îzolekirin.”
Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku bidestxistina mafên kolektîf ên gelê Kurd ji bo demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn xwedî girîngiyeke krîtîk e û gotin, “Wê ev yekîtî be ya ku gelên me ji bilî planên navendên emperyalîst û dewletên kolonyalîst ên herêmî, bighîne jiyaneke wekhev û azad.”
Daxuyaniya ADGB’ê bi vê bangê bi dawî bû: “Bi vê perspektîfê, em bang li hemû gelên xwe dikin ku bi banga pêkhateya me KCDK-E’yê, bi awayê herî xurt tevlî mîtînga ku wê 8’ê Mijdarê li Kolnê pêk were, bibin.”