BI DÎMEN

Li ber Parlamenta Ewropayê çalakiya 'Roja Kobanê ya Cîhanê'

Li Brukselê li ber Parlamenta Ewropayê bi pêşengiya PYD'ê çalakiya Roja Kobanê ya Cîhanê hate lidarxistin. Serokê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjöstedt jî beşdarî çalakiyê bû.

Bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê gelek Kurdistanî li gel dostên xwe bi pêşengiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li ber Parlamenta Ewropayê li Qada Place du Luxembourgê li hev kom bûn. Di çalakiyê de Serokê Partiya Çep a Swêdê û endamê Parlamenta Ewropayê Jonas Sjöstedt jî amade bû.

Nûnerên PYD'ê û beşdarên çalakiyê yên li xwepêşandanê axivîn, bal kişandin ser girîngiya dîrokî ya berxwedana Kobanê û bang kirin ku piştgirî ji pêvajoya demokratîk û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re bê dayin.

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmed Karamûs berxwedana Kobanê weke "Berxwedana sedsalê" û "Berxwedaneke dîrokî" pênase kir û destnîşan kir ku bi saya hêzên HPG-YPG-YPJ-QSD'ê veguherî rojeke navneteweyî. Karamûs diyar kir ku weke KNK ew piştgiriyeke xurt didin hêzên QSD'ê ku gelê Kurd ê li Rojava diparêze û got, "Divê em bibin dengê hemû pêkhateyên li Sûriyeyê."

Ji PYD'ê jî Arşem Ehmed anî ziman ku piştî berxwedana Kobanê gelê Kurd yekemcar yekîtiya xwe ava kir.

Jonas Sjöstedt jî ragihand ku piştî şerê Kobanê û têkoşîna azadiyê ya Kurdan DAÎŞ gav bi gav lawaz bû û bi bîr xist ku di serî de Reqa bajarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin rizgarkirin. Sjöstedt anî ziman ku piştgiriya navneteweyî tenê ji hewayê hate dayin, lê belê li qadê yekane hêza ku bi rastî li ber DAÎŞ'ê rabû QSD bû. Sjöstedt got, "Ji bo parastina paşeroja Sûriyeya Demokratîk divê xurt hîn bêhtir bêne xurtkirin. Kurd - Yên li Tirkiye, Îran û Iraqê jî di nav de- mifteya azadiyê ne. Ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên li herêmê mifteya civakeke hîn baştir bi wan re ye."

Di çalakiyê de ji bo piştgiriya bi pêvajoya demokratîk a li Rojava bang hate kirin.