Bi hezaran kes li Marsliyayê ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan
Bi hezaran kes li Marsîlayayê bi pêşengiya Ciwanên Kurdistanî ên Frasa ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiyan.
Bi hezaran kes li Marsîlayayê bi pêşengiya Ciwanên Kurdistanî ên Frasa ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiyan.
Li bajarê Marsîlya ya Fransayê bi pêşengiya Ciwanên Kurdistanî yên Fransayê bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re Azadî” meşekî girseyî hate lidarxistin. Bi hezaran ciwanên ku li Qada Canebiere li hev civiyan, heta avahiya Marsilya Préfecture meşiyan. Kesên derdor di tevahiya meşê de bi çepikan piştgirî dan.
Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Liberte pour Ocalan” hatin berzkirin. Piştî meşê, li pêşiya avahiya Prefecture a Marsîlyayê mitîng hate lidarxistin. Mitîng bi deqîqeyeke rêzgirtinê destpê kir û piştre sirûda neteweyî “Ey Reqîp” hat xwendin.
Berdevkê Ciwanên Kurdistanî yên Fransayê Delîl Serhed di çalakiyê de axivî. Serhed berxwedana dîrokî ya Rêber Apo ku 27 sal in li Îmraliyê li dijî tecrîdê didomîne, silav kir û wiha got, “Di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ de li seranserê Ewropayê têkoşîneke bênavber tê meşandin.”
Serhed destnîşan kir ku banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo manîsfestoyeke ku rêya hemû hêzên azadî û demokrasiyê ronî dike û wiha got, “Divê em wekî ciwanên Kurd bi awayekî çalak tevlî vê pêvajoyê bibin û di her qada jiyanê de fikrên Rêbertiyê xwe bidin jiyîn.”
Serhed, diyar kir ku hikûmeta AKP’ê ji bo aştî û çareseriyê tu gav neavêtiye û wiha got, “Mafê hêviyê, mafê jiyanê ye. Heta ku Rêber Apo bi fîzîkî azad nebe, ev pêvajo pêşve naçe.”
Di daxuyaniya li ser navê Ciwanên Kurdistanî ên Fransayê de jî ev peyam derket pêş: “Em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li qadan bin. Em bang li hemû jin û ciwanandikin ku tevî Manîfestoya Civaka Demokratîk ango rêya Rêber Apo bibin.”
Di çalakiyê de banga tevlîbûnê ji bo meş û mitînga Kolnê jî hate kirin ku wê di 8’ê Mijdarê de bê lidarxistin.