BI DÎMEN

Li Parîsê Ronahî Avşîn û 38 şehîd hatin bibîranîn

Li banliyoya Villeneuve-Saint-Georges a Parîsê, 38 şehîdên ku di nava hefteyekî de şehadeta wan hatin ragihandin û Ronahî Avşîn (Yeter Saglam) hatin bibîranîn. Di çalakiyê de banga tevlîbûna xurt ji bo meşa Kolnê hate kirin.

Li banliyoya Villeneuve-Saint-Georges a Parîsê, ji bo 38 kesên ku di nava hefteyekî de şehadeta wan hatin ragihandin û Ronahî Avşîn (Yeter Saglam), çalakiya bîranînê hate lidarxistin.

Çalakiya bîranînê bi danîna konê sersaxiyê ya ji bo şehîdan destpê kir. Piştre li ser navê malbata Ronahî Avşîn axaftin hate kirin û birayê Zehra Saglam ku di sala 2019’an de ji bo azadiya Rêber Apo, di greva birçîbûnê de li girtîgeha Otluyê çalakiya fedayî kir û şehîd bû, axivî. Di axaftinên li ser navê malbatê de hate destnîşankirin ku ew ê xwedî li mîrateya şehîdan derbikevin.

Di çalakiyê de nûnerê Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) axivî. Di axaftinê de îşaret bi banga Rêber Apo hat kirin û hate gotin ku divê pêvajo bi azadiya Rêber Apo re temam bibe.  Her wiha ji bo meşa Kolnê ya di 8’ê Mijdarê de, banga tevlîbûnê hate kirin.

Di daxuyaniya li ser navê TJK-F’ê de jî hate diyarkirin ku tevlîbûna xurt a ji bo pêvajoyê bi azadiya Rêber Apo re pêkan e û banga tevlîbûnê ji bo meşa 8’ê Mijdarê hat kirin.

Bîranîn bi pêşandana sînevîzyonê û dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.