BI DÎMEN

FED-MED’ê gel vexwend meşa Kolnê

FED-MED beriya meşa ku di 8’ê Mijdarê de li Kolnê were lidarxistin, li bajaran belavok belav kirin, civînên gel li dar xistin û banga beşdarbûna meşê kirin.

Federasyona Civaka Azad a Mezopotamyayê (FED-MED) lez da xebatên amadekariya meşa ku wê di 8’ê Mijdarê de li bajarê Kolnê yê Elmanyayê were lidarxistin. Endamên federasyonê yên li Koln, Bonn, Essen, Dortmund û Durenê dixebitin bi esnaf, malbat û komeleyan re civiyan û banga beşdarbûna meşê kirin.

Nûnerên meclis û saziyan jî bi awayekî çalak beşdarî xebatên amadekariyê dibin.

Îro, di bin sîwana FED-MED’ê de li gelek bajaran belavok hatin belavkirin, serdana kargehan û malbatan kirin û gel vexwendin meşê.

Rêveberên federasyonê diyar kirin ku armanca wan ew e ku girseyek mezin beşdarî meşa 8’ê Mijdarê ya li Kolnê bê lidarxistin, bibin û gotin, "Em ê careke din daxwazên xwe yên ji bo azadî û aştiyê biqîrin.”