BI DÎMEN

DEM-NED’ê ji bo meşa mezin a Kolnê bang kir

Konseya Civakên Kurdistanî ya Hollandayê (DEM-NED) bang li hemû gel û dostan kir ku tevlî meşa mezin a Kolnê bibin.

Konseya Civakên Kurdistanî ya Hollandayê (DEM-NED), bi daxuyaniyekî banga tevlîbûnê ji bo Meşa Mezin a Kolnê kir. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku meş bi ruhê berxwedan, Kurdistana azad û cîhaneke adil tê lidarxistin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dîroka Kurd bi berxwedanê şêwe girtiye û Tevgera Azadiya Kurdistanê wekî berhema destaneke qedîm, îro li Rojava û çar parçeyên Kurdistanê ji nû ve şîn dibe. Her wiha hate destnîşankirin ku yekîtiya Kurd ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên bindest hêvî ye.

Hate destnîşankirin ku îradeya azad ku bi pêşengiya jinên Kurd ên azad derketiye, nîşaneya herî şênber a vê têkoşînê ye û îşaret bi girîngiya xwedîderktina li mîrateyê hat kirin.

DEM-NED’ê banga tevlîbûna meşa Kolnê kir û wiha got, “Ji bo xurtkirina destê Tevgera Azadiyiê, dema li hev kombûnê ye.”