Li Kanadayê meşa 'Azadî ji Rêber Apo re'
Kurdên li bajarê Toronto yê Kanadayê û dostên wan, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd meşek li dar xistin.
Kurdên li bajarê Toronto yê Kanadayê û dostên wan, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd meşek li dar xistin.
Kurdên li bajarê Toronto yê Kanadayê û dostên wan, ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li Toronto meşeke girseyî li dar xistin.
Çalakî li Kolana Yonge-Bloor dest pê kir û li Qada Dundas bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Di çalakiyê de 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê hat pîrozkirin û hemû şoreşgerên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de şehîd bûne hatin silavkirin.
Hevserokên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kanada di daxuyaniya xwe de gotin, “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê ya Tirkiyeyê di bin tecrîdeke mutleq de tê ragirtin. Ev girtina neheq, ne tenê binpêkirina mafên mirovî yên gerdûnî ye, di heman demê de binpêkirina hêviyên bi milyonan mirovî ye ku di wî de rêya aştî, demokrasî û jiyana bi hev re dibînin.”
Hevserokan diyar kirin ku têkoşîn û fikrên Rêber Apo ji bo tevahiya Rojhilata Navîn hêvî û modela jiyaneke hevpar a di nav aştî, azadî û demokrasî de pêşkêş dike û gotin, “Ji ber vê yekê ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ ne tenê dirûşmek e, di heman demê de ji bo tevahiya herêmê vîzyonek e.”
Di dema daxuyaniyê de dirûşmên "Azadî ji Ocalan re, aştî ji Kurdistanê re" hatin berzkirin.
Hevserokan bal kişandin ser meşa mezin a ku wê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê bi dirûşma “Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re” were lidarxistin û gotin, “Pêvajoya ‘aştî û civaka demokratîk’ a îsal hat ragihandin, bêyî berdana Birêz Ocalan nikare watedar bibe. Hem hiqûqa neteweyî ya Tirk hem jî hiqûqa navneteweyî berdana wî ya demildest wekî gava yekem û bingehîn a ber bi aştiyeke mayînde ve dixwaze. Berdana wî mifteya edalet, demokrasî û aştiyê li Kurdistan, Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê ye.”
Meş û daxuyaniya çapemeniyê bi belavkirina belavokên Îngilîzî û dirûşmên jı bo Rêber Apo bi dawî bû.