Li bajarê Koln ê Elmanyayê bi armanca ku jin di aliyê çand û hunerê de bi hêz bibin Astarte Art-Kunst-und Kulturverein der Frau (Komeleya Çand û Hunerê ya Jinan) bi resepsiyonekê hat vekirin. Komelebi tevahî ji hêla jinan ve hat vekirin û ji ber ku yek ji navendên çand û hunerê ye, pir girîng e.
Nûnerên Navendên Civaka Demokratîk a Kurd, Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk a Kurd li Ewropayê (KCKD-E) Zubeyde Zumrut, hunermendên Tevgera Çand û Hunerê ya Ewropayê (TEV ÇAND), nûnerên rêxistinên jinan û gelek kesên din beşdarî resepsiyona vekirinê bûn. Jinan qurdeleya avahiyê jêkirin û komale dest bi xebatê kir. Di vekirinê de stran hatin gotin û govend hat gerandin.
Hunermendên TEV ÇAND’ê Sosin û Meryo bi Kurdî û Elmanî axaftin kirin. Piştre Koma Narîn, Şehrîbana Kurdî, Evîn Vûral, Dilgêş Behra Spî, dengbêjên jin û jinên helbestvan derketin ser dikê û stran gotin.
Astarte Art yekem navenda çand û hunerê ya jinan e û armanca komeleyê ew e ku andora jinan di hilberîna hunerî û çandî de zêde bê xuyakirin. Komele wê li ser rêgezên afirînerî, dîdarî û xuyabûnê xebatên xwe bimeşîne.
Di nava xebatên komeleyê de bi vekirina pêşangehên hunerî, panel û konferans, atolyeyên çandî û hunerî, afirînerî û hilberînê re qursên muzîk, wênesazî û şanoyê bên dayin. Armanca sereke ya vekirinê ew e ku jinên ku di qadên muzîk, wêje, şano, govend û wênesaziyê de dixebitin bîne ba hev, bihêz bike û bi rêya perwerdehiya çandî re bide xuyakirin.