Seyîd Riza û hevrêyên wî li Viyanayê hatin bibîranîn
Di bîranînê ya ku ji aliyê FEDA’yê ve hate organîzekirin de, axaftinên li ser Komkujiya Dêrsimê, bîranîn, berxwedan û têkoşîna azadiyê hatin kirin.
Di bîranînê ya ku ji aliyê FEDA’yê ve hate organîzekirin de, axaftinên li ser Komkujiya Dêrsimê, bîranîn, berxwedan û têkoşîna azadiyê hatin kirin.
Li paytexta Awûstûryayê Viyanayê, bi organîzasyona FEDA’yê û bi beşdariya Kurdistaniyan, çalakiyeke bîranînê ji bo Seyîd Riza û hevrêyên wî hate lidarxistin.
Pir Huseyîn, di axaftina vekirinê ya bîranînê de, bal kişand ser proseya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin û banga mezinkirina têkoşînê kir. Beriya rêzgirtinê, li gorî rê û rismên Elewîtiyê find hatin vêxistin; ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê gulbang hat dayîn.
Nivîskar Îmam Canpolat, di axaftina xwe de, qala komkujiyên dîrokî yên ku qewimîne kir û Komkujiya Dêrsimê vegot. Canpolat anî ziman ku ji sala 1935'an ve Dêrsim ketiye bin dorpêça leşkerî û rastî polîtîkayeke tunekirinê ya sîstematîk hatiye. Di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêber Apo û got: “Kurd cara ewil e ewqas nêzî azadbûnê ne; divê em têkoşînê mezin bikin.”
Cuma Tak jî axaftina xwe bi bîranîna Seyîd Riza, Nûrî Dêrsimî û Zarîfeyê dest pê kir. Tak got ku hewl tê dayîn Dêrsim bi bandorên kapîtalîzmê were qirêjkirin, lê belê gel girêdayî xweza û eslê xwe maye û tekez kir ku ji bo gelekî tunekirina bîrê metirsiya herî mezin e. Tak wiha got:
"Dema mirov civaka Dêrsimê nas dike, mirov xwe bi rabirdûya xwe û bi eslê gel re tê de dibîne. Li aliyekî em qetil kirin, li aliyê din jî hewl dan ku eslê me tune bikin. Dêrsim yek ji parçeyên herî girîng ê bîra me ya kolektîf e. Heke bîra gelekî bi vîrusa îxanetê jehrî bibe, nikare agahiyên saxlem bide. Lê Dêrsim her dem bîreke ku bi rastî û qenciyê dide hev. Li Dêrsimê 71 hezar mirov hatin qetilkirin; em nikarin vê ji bîr bikin. Hûn dikarin gelekî dagir bikin, lê ew gel xwe ji nû ve digihîne hev, xwe ji nû ve diafirîne. Lê heger hûn bîra wî felc bikin, wê zehmet be ku rabe ser piyan.
Divê Dêrsim bi vî awayî bê fêmkirin. Dêrsim birîna herî kevnar a gelê Kurdistanê ye. Vî gelî bi vê birînê re du tişt jiyan kir: Yek, ji xwe hat dûrxistin û neçar ma ku bi ziman û nasnameya civakên din bijî. Duyemîn, yên ku li ber xwe dan riya Seyîd Riza hilbijartin; Elî Heyder Kaytan, Sakîne Cansiz, Riza Altûn û bi hezaran kesên din ji bo bibin melhem ji vê birînê re, berxwedaneke mezin nîşan dan. Me hebûna xwe ya xweser parast; navê vê jî xweparastin e. Dewletê dizanibû ku heger Dêrsim neketibe, ev hem keleha me ya berxwedanê ye û hem jî navendeke ku xweparastina me dikare li seranserê Kurdistanê belav bibe ye û agirê berxwedanê li wir her tim vêket."
Çalakî bi guhdariya dengbêjan û pêşandana sînevîzyonê bi dawî bû.