Di 18’ê Mijdara 2025’an wê li Parlamentoya Keyaniya Yekbûyî, bi paneleke taybet pêşeroja Kurdên li Îranê ya piştî Komara Îslamî ya Îranê, bê nirxandin.
Çalakî aramanc dike ku têkoşîna Kurdan a demokrasî, wekhevî û mafê tayînkirina çarenûsa xwe bi têkiliya guherînên herêmî nîqaş bike. Nûnerên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) perspektîfên xwe yên li ser rêxistinbûna siyasî, mafên mirovan û federalîzm yan jî rêveberiya xweser bi beşdaran re parve bike.
Hate ragihandin ku Endamê Meclîsa PJAK’ê Siyamend Mûînî weke axaftvanê sereke ya panelê tevlî bibe.
Çalakî wê ji ber prosedura ewlehiyê ya parlamentoyê bi kontenjanên bi sînor pêk were û şertê qeydkirina pêş heye.
Hirgûliyên bernameyê:
Dîrok: 18’ê Mijdara 2025’an, 18:00- 20:00
Cih: Committee Room 4A, Parlamentoya Keyaniya Yekbûyî