Binçavkirina 3 Kurdan li ber Wezareta Karên Derve ya Fînlandiyayê hat protestokirin

Kurd û dostên wan ji bo protestokirina binçavkirina 3 çalakvanên Kurd li ber Wezareta Karên Derve ya Fînlandiyayê çalakî li dar xistin.

Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina binçavkirina çalakvanên Kurd Naîm Acar, Ramazan Koyûn û Metîn Çelîk û lêgerîna li Navenda Civaka Kurd (NCK) a Helsînkiyê, li ber Wezareta Karên Derve ya Fînlandiyayê daxuyanî dan.

Di daxuyaniya ku bi 3 zimanan hat dayin de bal kişandin ser têkiliya navbera Fînlandiya û Tirkiyeyê. Hat diyarkirin ku binçavkirina 3 Kurdan û lêgerîna li ser Navenda Civaka Kurd (NCK) a Helsînkiyê bi hatina Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê pêk hat.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber Wezîra Karên Derve Elina Valtonen di daxuyaniya xwe de pesnê Hakan Fîdan û împaratoriya Osmaniyan dabû li ber wezaretê daxuyaniyê didin. 

Di daxuyaniyê xwe ji hikûmeta Fînladiyayê xwestin ku dawî li krîmînalîzekirina Kurdan bînin û daxwaza berdana çalakvanên Kurd hat kirin.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.