Li Kolnê ji bo 10 şehîdên azadiyê merasîma bîranînê hate lidarxistin
Li bajarê Koln ê Elmanyayê ji bo 10 gerîlayên azadiyê ku şehadeta wan hatin ragihandin, çalakiya bîranînê bi tevlîbûneke girseyî hate lidarxistin.
Li bajarê Koln ê Elmanyayê ji bo 10 gerîlayên azadiyê ku şehadeta wan hatin ragihandin, çalakiya bîranînê bi tevlîbûneke girseyî hate lidarxistin.
Li bajarê Koln ê Elmanyayê, ji bo Agirî Mukriyan (Huseyîn Mamkadirî), Şiyar Serdar (Huseyin Taşkin), Koçer Tîrêj (Turgut Bunul), Şiyar Milîtan (Aziz Gurbuzer), Zinar Sertav (Serdar Karabal), Şervan Şoreş (Abdurrahim Uçar), Tolhildan Ejder (Adem Yumlu), Erdal Tekoşer (Yakup Tuncer), Afat Colemêrg (Eşref Demîr) û Rohat Eruh (Ahmet Nas) ên ku di 7’ê Mijdara 2025’an de şehadeta wan hate ragihandin, merasîma bîranînê hate lidarxistin.
Bîranîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kolnê hate lidarxistin û tevî malbatên şehîdan û Kurdistaniyan, nûnerên Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW), Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê tevlî bûn. Wêneyên 10 gerîlayan û posterên Rêber Apo li salonê hate daleqandin.
Bîranîn ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê KOMAW’ê Şengê Kahraman axivî û diyar kir ku dîroka Kurdistanê di heman demê de dîroka şehîdan e. Kahraman bilêv kir ku gelê Kurd bi saya keda şehîdên têkoşîna azadiyê îro bi awayekî bi rûmet hebûna xwe didomîne.
Malbatên şehîdan jî di merasîmê de mafê axaftinê girtin û hest û fikrên xwe parve kirin.
Piştî axaftinan, sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna 10 gerîlayên azadiyê hate pêşandan. Piştî pêşandanê, merasîm bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.