Di civîna gel a Londonê de peyama têkoşînê ji bo Civaka Demokratîk hate dayîn

Li paytexta Înglandê, Londonê Civîna Gel a bi beşdariya berfireh ku ji aliyê Meclîsa Gel a Kurd, Meclîsa Jinê ya Jiyan û Komînên Ciwanên Demokratîk ve hate lidarxistin, li avahiya KCC’ê pêk hat.

Civîn bi rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê dest pê kir û hate gotin ku mîrateya berxwedana şehîdan rêberê têkoşînê ye. Armanca civînê ew bû ku têkoşîna civaka demokratîk mezin bikin û erkên dema nû binirxînin.

HEVSEROKÊ KCDK-E: EM JI BO AVAKIRINA CIVAKA DEMOKRATÎK BI BIRYAR IN

Hevserokê Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanê yên Ewropayê (KCDK-E) Engin Seven, di axaftina xwe de destnîşan kir ku civînên gel bi banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ya aşîtî û civaka demokratîk re berfirehtir bûne. Seven, got ku ew dixwazin têkoşînê li gorî pêwîstiyên dema nû ji nû ve ava bikin û wiha got: "Avakirina Civaka Demokratîk: "Em konseptên guhertin û veguherînê yên ku em dixwazin di dema avakirina civaka demokratîk de pêk bînin, dixin rojeva xwe. Em weke Tevgera Azadiyê ya Kurd, li şûna krîzê, lihevkirina demokratîk di navbera gelan de esas digrin."

 Seven, bal kişand ser hewldanên krîmînalîzekirinê yên dewleta Brîtanyayê yên sala borî û êrişên li ser saziyên wan. Seven got ku gelê Kurd ê welatparêz li hember van helwestan berxwedaneke mezin nîşan da, û ev yek jî nîşan dide ku gelê Kurd di avakirina civaka demokratîk de bi biryar e û wekî muxatab Rêber Apo nîşan dide.

'SIYASETA KAOSÊ LI ROJHILATA NAVÎN BERDÊLÊN GIRAN BI GELAN DANE DAYÎN'

Seven destnîşan kir ku siyaseta li Rojhilata Navîn, berdêlên giran bi gelan dane dayîn û anî ziman ku ji sala 1993’an ve Iraq hilweşiya û rewşeke mîna wê li Sûriyê jî tê jiyîn û wiha got: "Li Rojhilata Navîn, sîstema kapîtalîst ji bo ji nû ve dîzaynkirina herêmê, bi berdewamî kaos çêkir. Piştî êrîşên Hemasê, vê carê bi şerê li dijî gelê Filistînê, Xeza hate hilweşandin. Gelên herêmê felc bûn."

Di civînê de dirûşmên wekî "Bijî Serok Apo", "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî Berxwedana Gelê Kurd" hatin avêtin. Beşdaran biryardariya xwe ya ji bo avakirina jiyana nû bi îradeya kolektîf anîn ziman.

'EM BI HÊZA XWE Û XETA RÊBER APO BAWER IN'

Di beşa pirs û bersivan de, Engin Seven bersiva pirsa "Hûn bi dewleta Tirk bawer in?" da û got: "Em bi hêz û îradeya xwe bawer in. Em bi hişmendiya înkar û îmhakirinê bawer nakin. Em bi Rêber Apo bawer in. Ji bo ku em destê wî xurt bikin, divê em li her derê ku em lê ne, têkoşînê mezin bikin. Di dawiya vê têkoşînê de gelê me dê bi ser bikeve."

Civîn bi nirxandinên beşdaran û peyamên yekîtiyê bi dawî bû.