BI DÎMEN

Çalakiya sê rojan ya ji bo Rêber Apo li Strasbourgê bi coş bi dawî bû

Li bajarê Strasbourgê yê Fransayê, çalakiya sê rojî ya ku bi daxwaza azadiya Rêber Apo ya fîzîkî û şandina komîsyonekê ji bo Îmraliyê hatibû lidarxistin, bi fînaleke bi coş û bi pêşengiya jinan, bi dawî bû.

Çalakiya sê rojî ya ku bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çûyîna komîsyonê ya Îmraliyê hatibû destpêkirin, di roja xwe ya sêyemîn de bi coşeke mezin bi encam bû. Çalakî bi pêşengiya jinan û li yek ji qadên herî qelebalix ên bajêr hate lidarxistin.

Standên agahdarkirinê yên ku di roja dawî ya çalakiyê de hatin vekirin, eleqeyeke mezin dît. Li standê belavok, broşûr û xwarinên herêmî hatin belavkirin. Gelek kes tevli govend û stranbêjiyê bûn, li ser azadiya Rêber Apo û tecrîda li Îmraliyê agahî girtin, pirs pirsîn û peyamên piştevaniyê parve kirin.

Di dema çalakiyê ya bi pêşengiya jinan de, dirûşma "Bijî Serok Apo" gelek caran hate berzkirin. Di axaftinên ku hatin kirin de, hat destnîşankirin ku bidawîkirina tavilê ya tecrîda giran a li Îmraliyê û çûyîna komîsyonê ya Îmraliyê ji bo ku pêvajoyê bi muxatabê wê re bimeşîne, pêwîstiyeke lezgîn e. Çalakgeran anîn ziman ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û aştiyeke mayînde li Rojhilata Navîn diyarker e.

Piştî xebatên nobet û standê yên sê rojan, çalakgeran biryardariya xwe ya berdewamkirina têkoşînê heta ku azadiya Rêber Apo ya fîzîkî pêk were dubare kirin û spasiya gelê Strasborgê kirin ji bo eleqe û piştgiriya wan a zêde.