BI DÎMEN

MAF-DAD kongreya xwe ya asayî ya 2025’an li dar xist

Komeleyê xebatên xwe yên salekê bi endamên xwe re nirxand û plana xebata xwe ya ji bo serdema nû diyar kir. Di kongreyê de binpêkirinên "mafê hêviyê" yêb li Tirkiyeyê, rejîma cezayê, têkiliyên navneteweyî û pêvajoya aştiyê hatin nîqaşkirin.

Komeleya Demokrasî û Hiqûqa Navneteweyî (MAF-DAD) kongreya xwe ya asayî ya 2025’an li Kolnê li dar xist. Kongreya ku endam beşdar bûn, xebatên salekî yên di warê hiqûqa navneteweyî û rejîma cezayê de hatin nîqaşkirin. 

Tevî hevserokên MAF-DAD’ê Heike Geisweid û Mahmut Şakar, Prof. Dr. Norman Paech û endamên komeleyê beşdarî kongreyê bûn. Piştî axaftina vekirinê ya Geisweid, têkiliyên komeleyê yên bi saziyên Ewropayê re, hewldanên navneteweyî û rapora xebatên salane hatin nirxandin. Rapora xebatê bi sînevîzyona zimanê Elmanî hat pêşkêşkirin.

Di kongreyê de serlêdanên ji bo saziyên wekî Konseya Ewropayê, dosyayên li ser binpêkirinên "mafê hêviyê" yên li Tirkiyeyê hatine amadekirin, hewldanên çavdûriyê yên derbarê rejîma cezayê de, konferansên navneteweyî û binpêkirinên mafan ên li Rojava hatin rojevê.

LIJNEYA RÊVEBERIYÊ YA JI 7 KESAN PÊK TÊ HAT HILBIJARTIN

Di kongreyê de lijneya rêveberiya nû ku ji 7 kesan pêk tê hat hilbijartin. Heike Geisweid û Mahmut Şakar ji nû ve wek hevserok hatin diyarkirin. Di kongreyê de biryar hat girtin ku MAD-DAD di nava şeş mehên pêş li Elmanyayê konferanseke mezin a "Aştî û Civaka Demokratîk" li dar bixe, bi beşdariya rêxistinên navneteweyî şandeyeke hevgirtinê bişînin Rojava û bi boneya 20’emîn salvegera komeleyê şahiyek were lidarxistin.

Di çarçoveya kongreyê de li ser pêvajoyê panel hat lidarxistin. Bi moderatoriya parêzer Rengîn Ergul, Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek û  ji Zanîngeha Dundee Dr. Tarik Olcay beşdarî panelê bûn.

CENGÎZ ÇÎÇEK: HIQÛQ NE TENÊ TEVAHIYA QANÛNAN E

Cengîz Çîçek axaftina destpêkê kir. Çûçek diyar kir ku hiqûq ne tenê tevahiya qanûnan e, lê qadeke ku ji hêle pergala kapîtalîst û polîtîkayên enerjiyê ve hatiye teşegirtin e. Çîçek anî ziman ku divê hiqûqa Tirkiyeyê di vê çarçoveyê de were nirxandin.

Cengîz Çîçek got, “Divê pêvajoya aştî û hiqûqa demokratîk tenê bi bûyerên heyî re neyê sînordarkirin,  divê bi kapîtalîzma cîhanî û geşedanên herêmî re were nirxandin. Nabe ku têkiliyên Tirk-Kurd ji çarçoveya kurevî serbixwe were nirxandin."

'PÊVAJO DI BIN DU SERNAVAN DE PÊŞVE DIÇE

Çîçek destnîşan kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nabe ku ji pêşketinên herêmî û kurevî serbixwe were nirxandin û bal kişand ser hevgirtina veguherîna stratejîk a Tevgera Azadiya Kurd û polîtîkayên herêmî yên dewleta Tirk.

Çîçek wiha berdewam kir: "Meseleya Kurd û têkiliya wê bi Tirkiyeyê re ne tenê ji aliyê siyaseta navxweyî ve, di heman demê de ji aliyê dînamîkên herêmî û kurevî ve teşe digire. Pêvajoya aştî û civaka demokratîk rasterast bi têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê, veguherînên li Rojhilata Navîn û stratejiyên navneteweyî ve girêdayî ye. Tevgera Kurd di nava veguherînek stratejîk de ye, ji têkoşîna çekdarî derbasî siyasetê dibe. Dewleta Tirk jî ji bo tengbûna ji Împeratoriya Osmanî mîras girtiye careke nejîî bi stratejiya herêmî û kurevî tevdigere. .Pêvajo di bin du sernavan de pêşve diçe: Aştî û Civaka Demokratîk. Aştî veguherîna stratejîk a tevgera Kurd ku çekan ji dewrê derdixe, demokrasî jî avahiya civakî û siyasî ya Tirkiyeyê di nava xwe de vedihewîne. Bi kurtasî, Tevgera Azadiya Kurd pozîsyona xwe diparêze û dema ku dewleta Tirk xwe li gorî serdema nû diguncîne, ev pêvajo ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo tevahiya herêmê dibe diyarker. Tevgera Azadiyê û birêz Ocalan pêvajoyê wekî pêvajoyek ku divê bi dewletê re bê sînordarkirin nabînin. MUzakereya bêyî têkoşînê wê encamên rast dernexe holê. Divê hêzên demokrasiyê û hemû aliyên peywendîdar divê hundirê pêvajoyê tijî bikin.”

MODELA SKOÇYAYÊ HAT VEGOTIN

Ji Zanîngeha Dundee Dr. Tarik Olcay di pêşkêşiya xwe de li ser "Modela Skoçyayê” rawestiya û got, “Mînaka skoçyayê vê yekê nîşanî me dide: Pêvajoyên siyasî dikarin bi kevneşopîyek dirêj a dewletê û piştgiriya gel bi domdarî werin meşandin. Tevî daxwazên cudaxwaziyê jî, piraniya wan yekgirtîbûnê bijartin û ev bijartin hem di hilbijartin û hem jî di referandûman de hate ceribandin. Dersa ji bo Tirkiyeyê ev e ku, her çiqasî destûra nivîskî kêm be jî, piştgiriya gel û tehamuliyên siyasî di aramî û xebitîna pêvajoyê de diyarker in."