Li paytexta Belçîka Brukselê, bi beşdariya hejmarek jinan, forûma bi navê “Rola Jinan di avakirina sîstema Demokratik a Sûriyê” bi pêşengtiya Kongra Starê li Navenda Xweseriya Demokratîk hate lidarxistin.
Di destpêkê de Endama Komîteya Dîplomasîya PYD'ê Arşem Ahmed li ser pêşketin û geşedanên li Sûriyê û bi taybet jî li ser rewşa jinan axivî.
Arşem Ahmed wiha got, "Bi salan e em weke jin di nava tevahî sîstema Rojava de cih digrin û xwedî rol in. Heger di qanûn û sîstema nû ya ku li Sûriyê were avakirin de, mafên jin, kotaya jin neyên diyar kirin, ne gengaze ku em wê sîstemê qebûl bikin. Ji ber ku qanûnên heyî li gorî têgihiştina selefî hatine avakirin. Ne gengaze ku gelê li herêmê ku bi sala in berdêlên giran dane, vê yekê bipejirînin. Ev tev mijarên têkoşîn û hevgirtina jinan dixwaze. Daxwaza me ewe ku em di avakirina Sûriyê de weke jin bi zelalî xwedî roleke pêşeng bin. Birêxistinbûna jin dikarin pêşî li koçberî û komkujiyan bigrin. Bi taybet xeta sor a ji bo me YPJ ye. Sîstema hêza parasina jinan e. Eqiliyet û feraseta hikumeta demkî ya Şamê jinan tenê weke mal milkê xwe dibîne.”
‘LI ROJAVA ROLA JINAN DIYARKER E’
Piştre, parêzer Medya Abdî axivî û wiha got, “Heger em li rabirdû ya herêmê binêrin, tenê jinên ji malbatên pir dewlemend an kesên xwedî payebilind dikarîbûn bixwînin, jin bi tu awayî hebûna xwe nedihat qebûlkirin. Bes îro rola jinan di nava sîstema parastin, ragihandin, tendirûstî û gelek qadên jiyanî de diyarker e. Hem ji bo aştî û hem ji bo avakirina jiyaneke demokratîk jin xwedî hêzeke pir mezin e. Her çendî di zagonên heyî yên piraniya welatan dibêje: li hember qanûnê her kes wekeheve, lê dema kar dikeve fermiyetê, her tişt li gora mafê zilam derdikeve pêş. Li rojava gelek qanûn hatin guhertin, gelek qanûn û mafên taybet ji bo jinan hatin sazkirin. Di nava tevahî saziyan de maf û kotaya jinan heye û bi awayeke berbiçav di nava jiyanê de pêk tên.
Civîn piştre bi awayê pirs, bersiv û diyalogan berdewam kir. Di nîqaşan de wiha hate gotin, “Beriya şoreşa rojava gelê Kurd bi taybet jî jin li Sûriyê xwedî tu maf nebû, lê gelê Kurd bi têkoşîn û sîstema xwe îro ji bo pêşerojê dibe modêl. Xala dîtir jî, tevî jinên pêkhate û kemnetewên li herêmê hin lihevkirin, rêzeçalakiyên hevbeş werin lidarxistin. Divê li Ewropa jî komeke ji bo avakirina destûreke demokratîk ji bo Sûriyeyê, kordinasyonek were avakirin.
‘DIVÊ SÎSTEMA PARASTINA JINAN WERE XURTKIRIN’
Di berdewamiya civînê de endama nûnertiya Kongra Star Dilşa Hêvî axivî û destnîşan kir ku divê di serî de jin bi xwe nasnameya xwe bidin nasandin û wiha got, “Ji xeynî zagonên heyî divê jin bi xwe bizanibe ku hin mafên xwe yên gerdûnî hene û xwe di warê jinbûna xwe de îqna bike. Sistema xweseriye yekem sîstemeke ku li rojava bi awayeke pir zelal û xweş di her warên jiyanî de dimeşe. Ev ji bo tevahî cîhanê hem cihê serbilindiyê ye û hem jî dikare bibe mînak. Ji ber ku ew sîstema hevserokatiyê tenê di nava civaka Kurd de heye û divê ev belavî tevahiya cîhanê bibe. Li pir welatan tenê 1 an 2 jin di nava siyaseta çalak de hene, ew jî bi erkên pir lawaz ve têne sînordarkirin. Li gelek welatan hişmendiya wan hebûna jin nikare qebûl bike. Weke hişmendî di qanûna leşkerî de nabe ku bi jinek re bizewice ku erka jin ji ya zilam bilindtir be. Bi sedan mînakên wiha hene. Ji bo avakirina qanûnên demokratîk pêwîste kedeke mezin were dayîn, sîstema parastina jin di nava civakê de ava bibe. Ji ber ku li Rojava, jinan hem xwe û hem jî civak bi hev re perwerde kir.
‘LI ROJAVA DIVÊ BANDORA KU HÊZA JINÊ AFIRANDIYE, BAŞ WERE NASANDIN’
Parlementera berê ya Partiya Kesk a Avustralya Heidi Sequenz ku niha siyasetmedar e û beriya demek çûbû Rojava nêrînên xwe parve kir û wiha got, “Di nava partiya me de jî kotaya sedî 50/50 heye. Her wiha sîstema hevserokatiyê heye. Ji bo rojava, me gelek saziyên civakî dîtin, gelek bajaran geriyam. Min gelek saziyên jinan re kombûn çêkirin. Sîstem û bandora Rojava pir mezine lê mixabin baş nayê famkirin û baş nayê nasandin. Me bi saetan hevpeyvîn çêkirin û gihane biryara ku evane bi civakan re bidin nasandin. Eleqeyeke pir mezin heye. Ev bandoriya hêza jin pêwîste baş were nasandin. Li Rojava jin di nava jiyanê de bi her rengê xwe weke zayend heye. Tişta herî zêde jê bibandor bûm, Mala Jinan a Zenûbiya bû. Min weke kesayet ji xwe re biryar daye ku li her dera ku lê bim, ez ê ji bo danenasandina xebat û têkoşîna jinan a li Rojava têbikoşim.”
Sequenz qala cudatiya jiyana jinan a li Rojava û li bajarên dîtir yên Sûriyê jî kir û got, “Dema min jinên li herêmên xweseriyê yên Kurdan û jinên dîtir yên li bajarên di bin desthilatdariya rejîma heyî de dîtîn, ez heyirî mam. Li welatekî lê du şêwazên cuda. Yek bi her awayî di nava jiyana rojane de cih digre, lê ya dîtîr tenê weke jina malê a di bin xizmeta zilam de, di bin zext û zoreke mezin de, di bin laçikên reş de hebûna xwe didomîne.
Komcivîna ku danê nîvro saet 11:00'an despêkir, heya saet 16:00'an dewam kir. Gelek caran bi pirs û bersivan li ser avabûna Sûriyeyeke demokratîk ku jin jî bikaribin bi awayeke çalak têde cih bigrin, nîqaş hatin meşandin.
Di dawiya civînê hin biryarên girîng hatin girtin;
1-Kordînasyoneke ku tevahî jinên ji pêkhate û kêmneteweyên herêmê jî di nav de cih bigirin, were avakirin.
2-Têkiliyên bi saziyên derve re were avakirin, yên heyî werin çalakkirin.
3-Bernameyên rêzeçalakiyan bi saziyên jin re were parvekirin û hin rêzeçalakî werin lidarxistin.
4-Yekitiya Jinan a li Ewropa were avakirin.