Li Torontoyê Seyîd Riza û hevrêyên wî hatin bîranîn: Ti carî nayên jibîrkirin
Li bajarê Toronto yê Kanadayê bi wesîleya salvegera 88’an a darvekirina Seyîd Riza û hevrêyên wî, bernameya bîranînê hate lidarxistin.
Li bajarê Toronto yê Kanadayê bi wesîleya salvegera 88’an a darvekirina Seyîd Riza û hevrêyên wî, bernameya bîranînê hate lidarxistin.
Merasîm ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kanadayê û Platforma Piştevaniya Canada ya Dersimê ve hate organîzekirin.
Bernameya bîranînê ji bo qurbaniyên Qirkirina Dersimê û tevahî şehîdên şoreşê, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre sînevîzyona li ser Komkujiya Dersimê hate temaşekirin. Bi stranên hunermend Merwan Tan ê ku 35 salan ji bo muzîka Kurdî ked daye, kêliyên bi hestiyar qewimîn. Dilsoziya ji bo têkoşîna Seyîd Riza û hevrêyên wî hate vegotin.
Hevserokên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kanadayê destnîşan kirin ku têkoşîna edalet û azadiyê ya Seyîd û hevrêyên wî, ji aliyê neviyên wan ve tê domandin û gotin, “Ev qirkirin ti carî nayê jibîrkirin. Tiştên qewimîne, wê ji nifşê bê re were gotin. Ev komkujî qirkirin e û cîhan neçar e vê komkujiyê weke qirkirin qebûl bike.”
Hevserokan ev tişt jî got, “Em Kurdistanî Seyîd Riza û hevrêyên wî ji bîr nakin. Di heman demê de em li Dersimê destûr nadin komkujiya dermirovî û em nahêlin ev bê jibîrkirin û berevajîkirin.”
Endamên Platforma Piştevaniya Canada ya Dersimê û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kanadayê moderatoriya bernameyê girtin ser xwe.
Bîranîn li gorî baweriya Elewî hate lidarxistin. Deqeyek rêz hate girtin û dua hatin kirin.
Lêlolînvan-nivîskar Alî Guler bi rêya dîjîtal beşdarî bernameyê bû û got, “Heta ku tiştên hatine kirin dernekevin holê, belge ji raya giştî re neyên ragihandin edalet pêk nayê.”
Guler diyar kir ku qirkirin bi dawî nebûye, li ser ziman û xwezayê dewam dike û got, “Eger nifşê piştî me bi Zazakî neaxive, Zazakî wê winda bibe. Ji bo Zazakî winda nebe, divê em bi zarokên xwe re Zazakî baxivin û li Dersimê li dijî qirkirina xwezayê têkoşîn were kirin.”
Bernameya bîranînê bi belavkirina Niyazan a ji aliyê Dersimiyan ve hatî amadekirin, bi dawî bû.