BI DÎMEN

Li Mannheim’ê banga rûbirûbûna komkujiya Dersimê

Li Mannheim’ê di salvegera 88’an a darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî de merasîma bîranînê hate lidarxistin. Di bîranînê de banga rûbirûbûnê derket pêş. Hat diyarkirin ku divê bi belgeyên arşîvan û şahidan berpirsyariya dîrokî were bibîrxistin.

Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê bi wesîleya salvegera 88’an a darvekirina Seyîd Riza û hevrêyên wî, bernameya bîranînê hate lidarxistin. Merasîm ji aliyê Federasyona Elewiyan a Demokratîk a Ewropa, Federasyona Komeleyên Dersim a Ewropa û Navenda Çanda Mezopotamya ya Mannheim ve hate organîzekirin.

Hasan Hayrî Ateş moderatoriya bernameyê girt ser xwe, li gorî baweriya Elewî Mehmet Yaman vekirina bernameyê kir. Lêkolînvan-nivîskar Mehmet Bayrak weke axaftvan bal kişand ser rûbirûbûna dîroka Dersimê û got, “Heta ku belge neaxivin, heqîqet nayê dîtin.”

Bayrak raporên dewletê yên ayîdê demê, belgeyên arşîvê, weşanên Kurdî yên hatine qedexekirin û polîtîkayên li ser Dersimê, nirxand û pêdiviya rûbirûbûna dîrokî dubare kir.

Ozan Alî Baran tiştên ku di dema Qirkirina Dersimê de dîtine, parve kir û stran gotin. Baran destnîşan kir ku gotinên derbarê pêvajoya darvekirinê ya Seyîd Riza, di bîra gel de cihekî xurt girtine.

Hasan Hayrî Ateş jî di axaftina xwe de Qirkirina Ermenî û hemû komkujiyên li hemberî gelan şermezar kir.

Bernameya bîranînê bi xwendina helbesta “Ez welat dixwazim” a ji aliyê Cahît Sitki Taranci ve, bi dawî bû. Piştre loqme hatin belavkirin. Di dawiya bernameyê de Mehmet Bayrak û Hasan Hayrî Ateş pirtûkên xwe ji bo beşdaran îmze kir.