Mehmet Karaca salek şûnde hat berdan
Mehmet Karaca yê ku par bi hinceta "endamtiya PKK’ê” hatibû girtin, îro hat berdan. Karaca diyar kir ku di rojên pêş de wê derbarê pêvajoya hiqûqî de daxuyanî were dayîn.
Mehmet Karaca yê ku par bi hinceta "endamtiya PKK’ê” hatibû girtin, îro hat berdan. Karaca diyar kir ku di rojên pêş de wê derbarê pêvajoya hiqûqî de daxuyanî were dayîn.
Mehmet Karaca yê ku di 21’ê Mijdara 2024’an de li Berlîn ê Elmanyayê hatibû binçavkirin û bi hinceta "endamtiya PKK’ê” salekê li Girtîgeha Moabit a Berlînê hat girtin, êvarî hat berdan.
Nûnerên rêxistinên sivîl, xizmên Karaca û gelek kes li ber girtîgehê kom bûn. Karaca yê ku bi çepikan hat pêşwazîkirin, spasiya sazî û kesên ku piştgirî dane wî kir.
Mehmet Karaca diyar kir ku di rojên pêş de wê derbarê pêvajoya hiqûqî de daxuyaniyek berfireh were dayîn.