BI DÎMEN

Li Sydney çalakiya ‘ji Rêber Apo re azadî’

Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakî lidar xist.

ÇALAKIYA 'JI RÊBER APO RE AZADÎ'

Di çalakiyê de li ser navê NCKD’ê Baran Sogut daxuyanî da û destnîşan kir ku bi pêvajoya ji aliyê Rêber Apo ve hatî destpêkirin, ji bo çareseriya demokratîk sekneke îradeyî ya mezin hatiye raberkirin û divê her kes xwedî li vê hewldan û gava dîrokî ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, derkeve.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Yekane rêya mayîndebûna aştiya Kurd-Tirk û çareseriya demokratîk, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”

Nûnerê Socialist Alliance Dr Coral Wynter jî axivî û anî ziman ku Rêber Apo dawî li şerê 40 salan anî û rêya çareseriya demokratîk û aştiyê heya dawiyê vekir.

Wynter got, “Ji bo ev hewldan vale neçe û ji bo çareseriya siyasî û aştiyane ya pirsgirêka Kurd, divê teqez lîderê gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.”

Ji Hevserokatiya Federasyona Civaka Kurd a Demokratîk a Awûstralyayê Brusk Ayveri jî axivî û got, heya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê, ti geşedan pêk nayên.

Nûnerê KNK’ê Tîmur Tatvan jî bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û diyar kir ku gelê Kurd bi hemû hêza xwedî li pêngava dîrokî ya 27’ê Sibatê ji aliyê Rêber Apo ve hatî destpêkirin, derdikeve û destnîşan kir ku bi geşkirina têkoşînê wê azadiya Rêber Apo pêk were.

Di çalakiyê de belavok jî hatin belavkirin û bê navber dirûşmeya “ji Rêber Apo re azadî” hate berzkirin.