Li Yekîtiya Ewropayê nîqaşên li ser Çarçoveya Pêkanîna Dîjîtal zêde dibin ku têkildarî sererastkirina dîjîtal a nû ye. Rêxistinên civakî yên sivîl dibêjin, ev pêşniyar wê derbê yekser li mafên bingehîn bixe. Navenda Azadiyan a Sivîl a Ewropayê (ECNL), Koalîsyona Mafên Dîjîtal a Ewropayê (EDRi), Liberties û zêdeyî 120 komeleyên din 13'ê Mijdarê nameyeke hevpar weşandin û bangeke tund li Komîsyona Yekîtiya Ewropayê kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em em bi têkbirina herî mezin a mafên mirovan ên dîjîtal ên qezençkirî re rû bi rû ne."
Dîrektora rêveber a ECNL'ê Andrea Zowislo got, "Ev sererastkirin wê erkê dide dewletan ku naverokên înternetê rakin, xwe bigihînin daneyên bikarhêneran û çavdêriyê li ser platforman bikin. Azadiya fikrî, nepenîtiya jiyana taybet û mafê rêxistiniya dîjîtal bi vê metnê re di bin gefeke cidî de ye."
Yek ji dijberên pêniyarê parêzvanê azadiyê û aktîvîstê mafê dîjîtal Max Schrems e. Schrems bi daxuyaniyeke nivîskî got, "Yekîtiya Ewropa bi gotina ewlekariyê bi rengekî eşkere daxwaza xwe ya ji bo kontrolkirina qada dîjîtal nîşan dide. Ev yek ne tenê êirşa li ser daneyên biharhêneran e, her wiha êrişa li ser azadiya gelan e."
Pispor dibêjin ev sererastkirin bi taybetî li ser komên hindikahî û dengên muxalîf metirsî ye.
Wezaretên Karên Hundir û Komîseriya Edaletê yên Yekîtiya Ewropayê îdîa dikin ku sererastkirina hatiye pêşniyarkirin ji bo "Xurtkirina tevlîbûna demokratîk û ewlekariya dîjîtal e", lê belê civaka sivîl bi gotina "Gotina ewlekariyê ya weke amûrekê tê bikaranîn" li ber vê radibin.
Li gorî muxalefetê eger pêşniyar bibe qanûn wê bikarhêner nikaribin li platforma dîjîtal fikrê xwe bibêjin, xwe bi rêxistin bikin û mafên wan ên wergirtina agahiyan wê kêm bibe.
Di danûstandinan de ku li Brukselê dewam dikin, tê gotin ev pêşniyar ne tenê ji aliyê teknîkî yan jî ewlekariyê hey; her wiha aliyekî xwe yê siyasî jî heye.