BI DÎMEN

CDK-F’ê li Parîsê daket qadan: Ji bo azadiya Rêber Apo li Kolnê bicivin!

Endamên CDK-F’ê beriya meşa mezin a Kolnê, li Parîsê afîşan daleqandin û bang li gelê Kurd û dostên wan kirin ku daxwaza “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Kurdistanê re Statu” bilind bikin.

Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) beriya meşa “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Kurdistanê re Statu” ku wê di 8’ê Mijdarê de li bajarê Koln ê Elmanyayê bê lidarxistin, li Parîsê daket qadan. Endamên CDK-F’ê li seranserê bajêr afîşan daleqandin û derbarê çalakiyê de agahdar kirin.

Di afîşên ku li kolanên Parîsê de hatin daleqandin de, wêneyên Rêber Apo cih girtin. Esnafên Kurd eleqeyekî mezin dan xebatê.

Piştî xebatê, ji aliyê CDK-F’ê û Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistanê (KCDK-E) ve bangekî hevpar hate dayîn. Endamê Dîwana KCDK-E’yê Mûrat Ceylan banga Kurdî, Endama Lîjneya CDK-F’ê Mûrat Firat banga Tirkî kir.

‘EM Ê HELWESTA XWE YA DÎROKÎ CAREKÎ DIN NÎŞAN BIDIN’

Mûrat Ceylan bal kişand ser girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo gel û jinan û wiha got: “Em jî di şexsê Rêber Apo de 27 sal in dîlgirtî ne. Lê me bi berxwedanê vê komployê pûç kir. Niha dema azadiya Rêber Apo ye. Azadiya wî azadiya gelê Kurd, jin û mirovahiyê ye. Em ê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê bicivin û helwesta xwe carekî din nîşan bidin.”

‘KURDISTANÎ Û DOSTÊN WAN DIVÊ LI KOLNÊ BICIVIN’

Endamê CDK-F’ê Mûrat Firat jî bang li gelê Kurd ê li Ewropayê û dostên wan kir û wiha got: “Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e. Em ê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê bi hev re bang li cîhanê bikin.”

‘DIVÊ HUNERMEND JÎ DI MEŞÊ DE CIH BIGIRIN’

Hevseroka Navenda Çanda Kurd a Ahmey Kaya û şanoger Saniye Tûnç jî bang li hunermendan kir û wiha got, “Em bang li hemû welatparêzên Kurd dikin ku di 8’ê Mijdarê de ji bo azadiya Rêber Apo û Kurdistanê li Kolnê bicivin.”

Xebat, bi daleqandina afîşan û bangan bi dawî bû.