BI DÎMEN

Çalakiya li Cenevreyê: Werin di 8’ê Mijdarê de li Kolnê bicivin

Çalakiya Nobetê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji 25’ê Çileya 2021’ê ve li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dewam dike, gihîşt hefteya xwe ya 249’an.

Çalakiya rûniştinê ya ku ji 25’ê Çileya 2021’ê ve her Çarşem li bajarê Cenevre yê Swîsreyê bi armanca azadiya Rêber Apo li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) tê lidarxistin, berdewam dike. 

Çalakiya vê hefteyê ji bo bîranîna ji pêşengên berxwedana Kobanê Arîn Mîrkan, Apê Nemir û fermandarê berxwedana Kobanê Gelhat Gabar bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştre li ser navê Komîteya Çalakiya Cenevreyê Serhat Polat daxuyanî da. Polat diyar kir ku dewletê tevî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratk ku di sala 2024’an de destpê kir jî hîna gavên şênber neavêtiye û wiha got, “Tevgera Azadiyê ji bo vekirina rêya aştiyê hemû gavên pêwîst avêt, êdî dora dewletê ye.”

Polat diyar kir ku divê paradîgmaya nû ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin, bi hemû esasên xwe were xwendin û di her qada jiyanê de bê pêkanîn û wiha got, “Her çiqas tecrîd bi qismî hatiye şikandin jî em ê dev ji azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe bernedin.

Polat bal kişand ser hin kes û saziyên ku bi pêvajoya aştiyê re wekî girêdayî têkoşîna azadiyê têne dîtin, lê tevgerê reş dikin û wiha got, “Armanca wan kes û saziyan sabotekirina pêvajoyê ye. Em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe dikin ku di vê mijarê de hişyar bin û helwestên xwe bi awayekî zelal raber bikin.”

Di çalakiyê de bang li Kurdistanî û dostên wan hate kirin ku tevlî meşa mezin a Kolnê bibin ku wê di 8’ê Mijdarê de ji bo azadiya Rêber Apo bê lidarxistin.

Polat bang li sazî û dezgehên navneteweyî jî kir û wiha got, “Divê ji bo Rêbertiya me mafê hêviyê tavile pêk were, divê hemû zextên pêwîst li dewleta Tirk were kirin. Werin em bibin dengê aştiyê, em ê teqez bi ser bikevin.”