Li Berlînê amadekariyên meşa Kolnê ya 8’ê Mijdarê berdewam dikin
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrût got: ‘’Gelê Rihayê wê Serokê xwe azad bike. Gelê Amedê jî wê bi berxwedan û dilê xwe li Kolnê be.’’
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrût got: ‘’Gelê Rihayê wê Serokê xwe azad bike. Gelê Amedê jî wê bi berxwedan û dilê xwe li Kolnê be.’’
Li Berlîn a paytextê Elmanyayê ciwan, jin û enternasyonalîst, di çarçoveya pêngava ‘’Ji Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’’ de xebatên xwe yên ji bo beşdariya meşa ku wê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê were lidarxistin, didomînin. Di çarçoveya xebatên meclîsa jinan a Dest Dan Hêvîyê û Nav Berlînê de li kolanan gel tê agahdarkirin, seredana esnaf û çayxaneyan tê kirin, li metroyan belavok tên beşavkirin û li gel seredanên ji bo malan banga tevlîbûnê tê kirin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrût jî beşdarî xebatên amadekariyên meşê bû. Zubeyde Zumrut li Berlînê li gel seredana ji bo mal û esnafan beşdarî dawetekê bû û têkildarî girîngiya meşê axivî.
Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrût di axaftina xwe ev yek anîn ziman: ‘’Di 27’ê Sibatê de Rêber Apo bangek kir. Di banga xwe ya ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ de diyar kiribû ku divê pirsgirêka Kurd li ser zemîna hiqûqî û demokratîk were çareserkirin. Tevî ku salek bi ser daxuyaniya Serokê Gıştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî derbas bûye jî ku gotibû ‘Bila Rêber Ocalan were di bin banê Meclîsê de biaxive’, hê jî di mijara azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan de guherînek çênebûye û tu pêngav nehatin avêtin. Em di vê mijarê de bi israr in, Rêber Apo jî bi israr e. Ji bo pêşketina aşitî û demokrasiyê li Girava Îmraliyê hewleke mezin dide.
Em weke gelê Kurd ê li diyasporayê dijîn, zimanê xwe diparêzin û xwedîli têkoşîna xwe derdikevin. Weke gelê Kurd û jinên Kurd em ê têkoşîna xwe bidomînin. Helbet ev têrê nakin. Me hebûna xwe bi hemûcîhanê da qebûlkirin, lê belê a niha dema azadiyê ye. Divê em ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd têbikoşin. Li ber xwe bidin û xwe birêxistin bikin. Di vê pêvajoyê de kî birêxistinkirî be û têkoşîna xwe mezin kiribe, ew ê li ser maseyê ser bikeve. Destê kê xurt be, wê li ser maseyê gotina wî zêdetir be.
Em ê encamê bi dest bixin. Em ê serokê xweazad bikin. Bı taybetî jî gelê Rihayê wê xwedî li Rêbertî derkeve. Rêbertiya me ji Rihayê derketiye û gelê Rihayê jîwê xwedî li Rêbertiya xwe derkeve. Gelê Rihayê yê li diyasporayê dijî wê di 8’ê Mijdarê de bibêje ku ‘Rêberê me, Serokê me ji Rihayê derketiye û ev ji bo me deyn e.’ Gelê Rihayê wê serokê xwe azad bike. Gelê Amedê jî wê bi berxwedan û dilê xwe li Kolnê be. Em ê Serokê xwe azad bikin û li Ewropayê hevûdu bibînin.’’
Zubeyde Zumrut di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku wê di 7’ê Mijdarê saet 23.00’yan de li navnîşanên Berlin Residenzstraße 54 û 13409 Berlin otobus ber bi Kolnê ve bi rê kevin û banga tevlîbûna meşê kir.

