Li bajarê Lorîent ê Fransayê, di çarçoveya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de Kurd û dostên wan li hev civiyan. Çalakî li pêşiya Avahiya Şaredariya Lorîentê hat lidarxistin. Beşdaran şehîdên berxwedana Kobanê bi bîr anîn û bal kişandin ser rûmeta mirovahiyê û têkoşîna azadiyê.
Di axaftinên çalakiyê de hate destnîşankirin ku berxwedana Kobanê ne tenê parastina bajêrekî di heman demê de têkoşîneke gerdûnî ya ji bo rûmeta mirovahî û azadiyê ye. Beşdaran diyarkirin ku hêviya ku li Rojava çêbû, hîna li seranserê cîhanê ruhê piştevaniyê xurt dike.
Beşdaran di dema çalakiyê de wêneyên şehîdên enternasyonalîst a Rojava hilgirtin û nîşan dan ku xwedî li mîrateya wan a têkoşînê derdikevin. Di şexsê Kendal Breizh (Olivier le Clainche) ê di 10’ê Sibata 2018’an de li Efrînê şehîd bû de, hemû şehîdên enternasyonalîst a Rojava hatin bibîranîn. Beşdaran gotin ku têkoşîna hevrêyên enternasyonalîst ji bo xwişk û biratiya gelan û azadiyê rênîşander e.
Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” hatin berzkirin.
Bîranîn bi rêzgirtina ji bo şehîdên berxwedana Kobanê û banga piştevaniyê bi dawî bû.