BI DÎMEN

Ji bo meşa 8’ê Mijdarê li Villiers-le-Belê seferberî

Li banliyoya Villiers-le-Bel a Parîsê, endamên meclîsa gel, meclîsa jinan û komîna ciwanan bi belavkirina afîşan û bi pêywendiyên rûbirû ya bi gel re, ji bo Meşa Azadiyê ya 8’ê Mijdarê ya li Kolnê bang kirin.

Li banliyoya Villiers-le-Bel a paytexta Fransa Parîsê, Meclîsa Gel a Kurd a Villiers-le-Bel, Meclîsa Jinan a Şehîd Evîn Goyî û Komîna Ciwanan a Şehîd Dewrêş Kop, ji bo Meşa Azadiyê ya Rêber Apo ya 8’ê Mijdarê li bajarê Koln ê Almanyayê derketin kolanan.

Endamên meclîsan di xebata xwe ya êvarê de serdana esnafan kirin, li qadên ku gel lê zêde ye afîş belav kirin û bi pêywendiyên rûbirû ya bi gel re bangewaziya beşdariya meşê kirin.

Meşa mezin a 8’ê Mijdara 2025’an a li Kolnê, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, li gelek bajarên Ewropayê bi xebatên amadekarî yên hevdemî didome.

NIHA DORA GELÊ EWROPAYÊ YE

Hevserokê Meclîsa Villiers-le-Belê Îsmaîl Kanîreş, bangewaziya beşdariyeke xurt kir û got: “Em hêvî dikin ku hemû gelê me destê xwe bixe ser wijdana xwe û bi awayekî xurt beşdarî vê meşê bibe.”

Di daxuyaniya ku ser navê ciwanan de hate kirin de jî ev tişt hate gotin:

“Di serî de Rêber Apo, hemû gelê Bakur û Kurdistanê di pêvajoya nû de rola xwe bi serkeftî dilîzin. Niha dora gelê me yê li Ewropayê ye. Em bi taybetî ciwan û jinên ciwan, hemû gelê xwe vedixwînin beşdariya meşa 8’ê Mijdarê.”