Federasyona Demokratîka Elewî (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB) daxuyaniya bi sernavê “Banga Hevpar ji bo Aştî, Edalet û Pêşeroja me ya Demokratîk” dan û destnîşankirin ku dewletê ji ber berpirsyariyên destûra bingehîn divê li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev, vesererastkirinên demokratîk û hiqûqî taloq neke.
FEDA û YJAD’ê diyar kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku Rêber Apo da destpêkirin, ji bo xwişk-biratiya gelan firsendekî dîrokî pêşkeş dike. Her wiha destnîşan kir ku ji 26’ê Cotmehê ve vekişîna hêzan ber bi Herêmên Parastinê yê Medyayê ve gavekî stratejîk e ku rêya siyaseta demokratîk û aştiya civakî vedike.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji ber ku Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê rasterast bi mîmarê pêvajoyê Rêber Apo re hevdîtin nakin, ev yek zirarê dide pêbaweriya li hemberî pêvajoyê û wiha hate gotin: “Pêşveçûna aştiyê, bi azadiya Birêz Ocalan û pêkanîna şert û mercên diyaloga rasterast pêkan e.”
Hate destnîşankirin ku piştgiriya çalak a civaka Elewî ya ji bo pêvajoya aştiyê berpirsyariya dîrokî, wîjdanî û bawariyê ye.
Di berdewamiya daxuyaniyê wiha hate gotin, “Çareseriya mayînde, demokratî û hiqûqî ya pirsgirêka Kurd ne tenê ji bo Kurdan, ji bo pêşeroja hevpar a hemû gelan xwedî girîngiyeke mezin e. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin, tenê bi gavên pêbawer a beramber û tevlîbûna civakî dikare bi ser bikeve.”
Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin, “Em bang li hemû gelê xwe, federasyon, rêveber, meclîs û saziyên xwe yên baweriyê dikin ku bi ruhê seferberiyê, girseyî û bi coş tevlî Mitînga Mezin a Aştiyê bibin.”