BI DÎMEN

Li Bordeaxusê hevdîtina bawerî û piştevaniyê

Li bajarê Bordeauxê bi civînea gel yekîtiya Kurdan, nirxên baweriyê û rêxistinbûna çandî hate niqaşkirin. Şêx Mûrşîd El Xeznewî û Serokê Giştî yê CÎK’ê Şevket Çakir ev peyam dan, “Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, bi bawerî û hişmendiyê re wate qezenc dike.”

Li bajarê Bordeaux ê Fransayê gelê Kurd di civînekî gel de li hev civiyan. Civîna gel bi pêşengiya Civaka Îslamî ya Kurdistanê hate lidarxistin. Şêx Mûrşîd El Xeznewî û Serokê Giştî yê CÎK’ê Şevket Çakir jî tevlî bûn.

Beşdarên civînê, ji bo yekîtiya Kurdan, parastina nasnameya xwe û mezinbûna nîfşên nû bi hişmendiya çandî re, nîqaşan kirin.

Şêx Mûrşîd El Xeznewî jî di axaftina xwe de îşaret bi girîngiya xwedîderktina mîrateya berxwedana dîrokî ya gelê Kurd kir û wiha got: “Têkoşîna azadiyê ya gelê me ne tenê bi xakê re sînordar e; bi ruh, bawerî û zanebûn wate qezenc bike.”

Çakir jî diyar kir ku divê di nava civaka Kurd a li Ewropayê de hişmendiyeke rêxistinkirî bê pêşxistin û wiha got, “Bi hev re tevgerkirin, bingeha xurtkirina hebûna çandî û siyasî ya gelê me ye.”

Civîn, bi dua û dirûşmeya “Bijî berxwedana gelê Kurd” bi dawî bû.