Li Stuttgartê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hat pîrozkirin
Li Stuttgartê Kurdistanî û enternasyonalîstan, 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi meşekî pîrozkirin.
Li Stuttgartê Kurdistanî û enternasyonalîstan, 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi meşekî pîrozkirin.
Li Stuttgartê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi tevlîbûna enternasyonalîst û Kurdistaniyan hate pîrozkirin. Meş bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li kolana Lautenschlagerstraße destpê kir.
Gelek rêxistin jî piştgirî dan meşê. Di axaftinên meşê de Şoreşa Rojava û gerîlayên Kurdistanê hatin silavkirin û îşaret bi girîngiya parastina Kobanê hat kirin. Beşdarvanan diyarkirin ku têkoşîn dewam dike û bertek nîşanî ambargoyên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan.
Girseyê piştî meşa dirêj gihîşt qada herî qerebalix a bajêr Schlossplatzê (Qada Kobanê). Li Qadê govend hatin gerandin, sirûd hatin gotin û bi berzkirina dirûşmeyan serketina Kobanê bi coş hate pîrozkirin.