Li bajarê Montrealê yê girêdayî eyaleta Québec a Kanadayê, li salona civînê ya Fondation Kurde du Québec civîna gel pêk hat. Çalakî bi rêzgirtina li beramberî şehîdên Kurdistanê û xwendina marşa Ey Reqîb dest pê kir.
Di civîna ku bi beşdariya Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Karamus pêk hat de, yê ku ji bo hevdîtinan û civîna bi Kurdistaniyên li Kanadayê re hatibû welêt, sernivîsên wekî pêvajoya aşitî û civaka demokratîk a ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin, çekberdana PKK’ê û vekişandina hêzên wê ji Tirkiyeyê, hatin nirxandin.
Karamus di axaftina xwe de bal kişand ser rola gelê Kurd di pêvajoyê de û got, “Kurd Rojhilata Navîn dixwînin û analîz dikin; gav û stratejiya xwe li gorî vê diyar dikin. Ev vekişîn, gaveke ku ji bo pêvajoya aşitî û civaka demokratîk xirab nebe û bi ser bikeve, hatiye avêtin. Ev nîşan dide ku girêdana gelê Kurd a bi rêveberiya xwe re careke din derketiye holê.”
Karamus destnîşan kir ku Kurd li her çar parçeyan têkoşîna azadî û demokrasiyê didomînin û wisa got: “Kurdên li Rojava, Rojhilat, Bakur û Başûr bi rêbertiyê bawer in; bi partî û şehîdên xwe ve girêdayî mane. Ne bêhêvî ne, hêvîdartir in û êdî zêdetir nêzî azadiyê bûne. Divê guh nedin propagandayên wan derdorên ku dixwazin pêvajoya aşitiyê pûç bikin. Kurdîstanî divê bibin yek; divê piştgiriyê bidin xebatên ku diçin ber bi azadî û aştiyê ve. Êdî Kurd li Rojhilata Navîn ne bêçare ne; ew aktorekî rêxistinkirî û çalak in.”
Di civînê de hevserokên Fondation Kurde du Québec jî axivîn û diyar kirin ku ew ê xwedî li pêvajoya aşitî û demokrasiyê ya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin derkevin û dê xebatên ji bo rakirina îzalasyonê bidomînin.
Çalakî bi bersivandina pirsên Kurdistaniyan ji aliyê Ehmed Karamus ve bi dawî bû.