Ciwan ji bo 'Meşa Kolnê' li Hamburgê karekî berfireh dikin

Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê, ciwanên Kurd li gel dostên xwe ji bo meşa 8'ê Mijdarê belavok belav kirin û afîş daliqandin.

Bi wesîleya salvegera sêyemîn a kampanya navneteweyî ku bi daxwaza azadiya Rêber Apo û statuya Kurdistanê tê meşandin, wê di 8'ê Mijdarê de li bajarê Koln ê Elmanyayê meş û mîtîngek bê lidarxistin. Tê payin ku ji her devera Ewropayê Kurd û dostên wan tevlî çalakiyê bibin.

Li bajarê Hamburgê ciwan belavokan belav dikin, afîşan dadiliqînin û bang li her kesî dikin ku 8'ê Mijdarê li Kolnê beşdarî çalakiyê bibin.

Ciwanan bi Kurdî û Erebî banga tevlîbûnê kirin.