Li paytexta Elmanya Berlînê, Komuna Ciwanan a Şehîd Kawa Çekdar beriya meşa “Ji Rêber Apo re Azadî” ku wê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê bê lidarxistin, amadekariyên xwe bi ruhê seferberiyê didomîne. Ciwanan ji bo tevlîbûna xurt a meşa bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” bi rojan in li kolanan xebatê dikin.
Endamên komunê di çarçoveya amadekariyan de li qadên qerebalix ên li herêmên Alexanderplatz, Gesundbrunnen û Weddingê danezan belav kirin û banga tevlîbûnê li gel kirin. Her wiha nameyên bangê li xetên metroyê, serdanên esnafan û kotiyên postayê hatin danîn û li seranserê bajêr torekî berfireh a agahdarkirinê hate çêkirin.
Endamên komunê destnîşankirin ku meşa 8’ê Mijdarê ne tenê protestoyek e, di heman demê de îfadeya xurt a daxwaza azadî û çareseriya siyasî ye û wiha gotin, “Ev meş wê bibe dengvedana daxwaza aştî û edaletê ya gelê Kurd li kolanên Ewropayê. Em tenê organîze nakin; 8’ê Mijdarê wê bibe roja ku em dengê xwe ji bo azadiya gelê Kurd û hemû gelan bilind bikin. Em ê ji Berlînê heta Kolnê vê dengê li her derê bilind bikin.”
Komuna Ciwanan ji bo kesên bixwazin tevlî meşê bibin, agahiyên xwegihandinê parve kir û da zanîn ku wê 7’ê Mijdarê di saet 23:00’an de otobûs ji navnîşana Residenzstraße 54, 13409 Berlinê rabin.