Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Li Ewropa (KCDK-E) ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, bi wesîleya meş û mîtînga 8’ê Mijdarê ya li Kolnê daxuyanî da.
Daxuyaniya bi sernavê “Dawî ji sîstema tecrîdê ya 27 salan re! Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re!” bi vî rengî ye:
“Azadî ji Abdullah Öcalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re! Kampanyaya navneteweyî ya bi daxwaza “Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re” ket sala xwe ya 3’yemîn. Kurd û dostên wan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li gelek navendên cîhanê kampanyan dimeşînin û têkoşînê mezin dikin. Bandor û ramanên Rêber Abdullah Ocalan gihîştin asteke gerdûnî. Li gelek cihên cîhanê gelan ev raman wekî çavkaniya îlhamê ji bo mezinkirina têkoşîna xwe bi kar tînin. Rojhilata Navîn, Amerîkaya Latîn, Ewropa, Kanada, Awustralya û gelek cihên din ên cîhanê li dora van ramanan dicivin. Di qonaxeke ku li erdnîgariya Rojhilata Navîn şer bûne sedema qirkirin û komkujiyên gelan, ramanên Rêber Abdullah Ocalan di asta gerdûnî de bandora xwe nîşan dan. Tam di wisa qonaxekê de, banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku di 27’ê Sibatê de kir, ji bo Kurdistanê, Tirkiyeyê û erdnîgariya Rojhilata Navîn bû gaveke mezin. Hêviyên ku gel wê bi hev re li dijî şer û xizaniyê têbikoşin û bi ser bikevin, mezin bûn. Hêviya aştiyê li dijî şer hê xurtir bû.
Ji ber vê yekê, ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan karibe rola xwe ya dîrokî bilîze, divê civak bi hemû beşên xwe tevlî vê pêvajoyê bike û bi mezinkirina wê encam bigire, ev yek muhtemel e. Ji ber vê yekê, di qonaxa nû ya têkoşînê de, bi hemû biryardariyê, gelê Kurd û dostên wî divê destê Rêber Abdullah Öcalan xurt bikin û vê pêvajoyê bi serkeftinê tacîdar bikin. Ji çar parçeyan gelê me, bi taybetî jin û ciwan, dostên enternasyonalîst, şoreşger û demokratên Tirkiyeyî, çalakvanên jîngehê, hemû kesên ji bo têkoşîna aşitî û azadiyê ne, em bangî we dikin.
Di 8’ê Mijdarê de em bi giyanê seferberiyê bi hev re bibêjin: 'Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî'. Di 8’ê Mijdarê de, di mîtînga Kolnê ya ku em ê lidar bixin de, divê hemû gelê me ji heft heta heftê salî, her tiştî bidin aliyekî û bi giyanê seferberiyê li Kolnê sloganên azadiyê bilind bikin. Federasyonên me, meclîsên me, saziyên me, gelê me divê ji her demê zêdetir bixebitin û bi berpirsiyariya xwe tevbigerin.
Serketina Rêber Apo ji bo têkoşîna me ya aşitî û azadiyê qonaxa herî krîtîk e. Ji ber vê yekê, meşa 8’ê Mijdarê ya li Kolnê giringiyeke dîrokî digire. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi beşdariyeke xurt tevlî vê meşê bibin.
Em wekî KCDK-E, bang li gelê xwe dikin ku ji 1’ê Mijdarê û pê ve, ji bo meşên ku li Başûrê Fransayê, Awusturya, Kanada, Îngilîstan, Avusturalya, Îtalya, Yewnanistan û welatên Skandînavyayê bên lidarxistin û wekî fînala van meşan, ji bo çalakiya mezin a Kolnê ya 8’ê Mijdarê ku (Bakurê Fransayê, Belçîka, Hollanda, Swîsre û Almanyayê) tevlî bibin, bi ruhê seferberiyê bang dikin ku tevlî bibin û berxwedana me ya azadiyê mezin bikin.”