BI DÎMEN

Li Strasbourgê civîna gel hate lidarxistin

Abdullah Zeydan û Kader Ûzûn ku di civîna gel a li Strasbourgê hat lidarxsitin de axivîn, bal kişandin ser pêkanîna paradîgmaya civaka demokratîk a Rêber Apo li her qadên jiyanê.

Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Strasbourg ê Fransayê, bi beşdarbûna Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku erka wî hate desteserkirin û Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Kader Uzun, civîna gel hate lidarxistin.

Gelek Kurdistanî tevlî civînê bûn. Di axaftinan de rojeva siyasî ya gelê Kurd, perspektîfa çareseriya demokratîk û dînamîkên rêxistinbûna civakî hatin nîqaşkirin.

Abdullah Zeydan di axaftina xwe de bal kişand ser geşedanên siyasî yên dawî û wiha got, “Di qonaxa heyî ya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de pêwîstiya herî bingehîn pêkanîna paradîgmaya civaka demokratîk a Rêber Apo li her qadên jiyanê ye.”

Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Kader Uzun jî destnîşan kir ku têkoşîna azadiya jinê dînamîka bingehîn a civaka demokratîk e û wiha got: “Banga civaka demokratîk ku Abdullah Ocalan da destpêkirin, kilîla avakirina jiyana hevpar a gelan e.”

Piştî axaftinan, civîn bi banga piştevanî û rêxistinêbûnê ya beşdaran û dubarekirina biryardariya mezinkirina têkoşîna çareseriya demokratîk û aştiyê ya gelê Kurd, bi dawî bû.