Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê ji bo bîranîna Şehîdên Meha Cotmehê ji aliyê Federasyona Civaka Demokrarîk a Kurdistaniyên li Elmanyayê (FCDK-KAWA) û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) çalakî hate lidarxistin. Li ser navê TJK-E’yê Zîlan Serhed wekî axaftvan tevlî çalakiyê bû.
Salona çalakiyê bi wêneyên şehîdan, postera Rêber Apo û flamayên TJK-E û Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) hate xemilandin. Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê destpê kir.
Piştre peyama li ser navê KOMAW’ê hate xwendin. Di peyamê de îşaret bi girêdanbûna bi şehîdan û dewamkirina pêvajoyê bi biryardarî hate kirin.
Piştre li ser navê Meclîsa Mannheimê Cano Yildiz axivî. Yildiz di axaftina xwe de îşaret bi girîngiya xwedîderketina li nirxên şehîdan kir û wiha got: “Xwedîderketina li pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku di 27’ê Sibatê de ji aliyê Rêber Apo ve hate destpêkirin, xwdîderketina li têkoşîna şehîdan e. Em îro Şehîdên Meha Cotmehê di şexsê Heval Bêrîtan, Heval Arîn û bi hezaran şehîdan de bi bîr tînin. Ez hemû beşdaran li ser navê Meclîsa Mannheimê silav dikim.”
‘XETA BÊRÎTAN ŞOREŞA JINÊ MEZIN KIR’
Piştî Yildiz, li ser navê TJK-E’yê Zîlan Serhed mafê axaftinê girt. Serhed di şexsê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî û diyar kir ku xeta wan a têkoşînê ji bo şoreşa jinê xwedî girîng e.
‘ARTÊŞBÛNA JINÊ BI BERXWEDANA BÊRÎTAN ŞÊWE GIRT’
Zîlan Serhed di dewama axaftina xwe de bal kişand ser pêşketina dîrokî ya têkoşîna jinê û destnîşan kir ku çalakiya Bêrîtan yek ji xala werçerxê ya vê pêvajoyê ye.
Serhed bi berdewamî wiha got: “Berxwedana Bêrîtan di rêxistinbûna tevgera jinê û damezrandina YJA STAR’ê de roleke diyarker lîst. Ev xeta ku ji çiyayan heta qadên bajêr mezin bû, îro ji jinên cîhanê re dibe hêvî.”
Zîlan Serhed, pêşengên tevgera azadiya jinê bi bîr anî û wiha got: “Sakîne Cansiz damezrênera vê têkokşînê û barkêşa ewil a îdeolojiya azadiyê ya jinê bû. Gurbetellî Ersoz bi pênûsa xwe berxwedanê mezin kir. Arîn Mîrkan li Kobanê bedena xwe veguherand berxwedanê. Meryem, ji nasnameya dayîkbûnê derbasî nasnameya şoreşgerî bû û cihê xwe di dîrokê de girt. Hevrîn Xelef wekî siyasetmedarek ku di navbera gelan de pîra aştiyê ava kir, hate qetilkirin lê fikrên wê jiyan dikin.”
‘ENTERNASYONALÎST RÛMETA MIROVAHIYÊ NE’
Zîlan Serhed bal kişand ser piştevaniya navneteweyî ya têkoşîna azadiya Kurd û wiha got: “Andrea Wolf (Ronahî) şoreşgerek Elman bû, lê dilê wê li Kurdistanê avêt. Emîne Erciyes Nazliyê Anadoliyê bû, lê bû Emîneya gelê Kurd. Bi hezaran enternasyonalîst tevlî vê têkoşînê bûn û bûn rûmeta mirovahiyê.”
Zîlan Serhed wiha dawî li axaftina xwe anî: “Xeta azadiya jinê bi paradîgmaya modernîteya demokratîk a Rêber Apo re wate qezenc kir. Fikra konfederalîzma demokratîk ji aliyê jinan ve derbasî jiyanê bû. Îro bi hezaran jin li ser şopa Bêrîtan, Arîn û Sarayan dimeşin. Em ê şehîdên xwe ji bîr nekin û têkoşîna xwe mezin bikin.”
Çalakiya bîranînê bi pêşandana sînevîzyona li ser jiyana şehîdên meha Cotmehê dewam kir û bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.