BI DÎMEN

Nobeta Azadiyê di hefteya 696’an de ye: Azadî ji Rêber Apo û ji hemû girtiyan re!

Nobeta Azadiyê ku ji 2012’an ve ji bo azadiya Rêber Apo li Strasbourgê didome, ket hefteya 696’an. Welatparêzên ku ji Hamburgê hatin nobetê dewr girtin û bang li Parlamentoya Ewropayê û Tirkiyeyê kirin ku Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî werin berdan.

Nobeta Azadiyê ya ku bi armanca azadiya Rêber Apo ji 2012’an ve li bajarê Strasbourg ê Fransayê bêyî navber dewam ike, ket hefteya xwe ya 696’an. Çalakiya vê hefteyê Îdrîs Savci, Rûstem Bajo û Firat Ozer ku ji bajarê Hambur ê Elmanyayê hatin, dewr girtin.

Li ser navê komê Îdrîs Savci axivî û diyar kir ku ew li ser navê Meclîsa Gel a Kurd a Hamburgê nobetê dewr girtine. Savci got ku ew dixwazin dengê xwe bigihînin Parlamentoya Ewrpayê û wiha got: “Ji bo ku Rêbertiya me tavile azad bibe, bila li ser Tirkiyeyê bisekinin. Em dixwazin li ser pêvajoya ku li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin, banga li AKP-MHP’ê bikin. Qanûnên ku divê di Meclîsê de werin derxistin, bila tavile bên derxistin û ji bo çareseriyê gav were avêtin. Bila Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî werin berdan.”

Savci bi bîr xist ku Rêber Apo gelek caran şans daye dewleta Tirk û wiha got: “Bila ev şansê dawî vala neçe. Bila tavile qanûnên pêwîst bên derxistin.”

Savci diyar kir ku serdan ji bo qada nobetê ku nêzî 14 sal in dewam dike, tên kirin û armanca çalakiyê ji bo kesên nizanin tê vegotin û wiha got: “Ev çalakî wê heta azadiya Rêber Apo dewam bike. Heta ku Rêbertî azad nebe, rehetî ji gelê Kurd re nîne, wê her tim li qadan bin.”